Siyaset

Perwîn Yûsif(Hevseroka kontona Qamişlo ya herêma Cizîrê)

Bihara gelan bi şoreşa Rojava tacîdar bû. Heştemîn salvegera şoreşa gelan 19 Tîrmehê li hemû gelên azad xwaz pîroz dikim . şoreşa ku ji nû ve civak bi rûmet jiyan bike , û bibe xwedî îrade û xwe ji hemû pergalên serdest û desthilatdar xelas bike. Ji şoreşa bûhara gelan kû çirûska wê ji Tûnsê despêkir ta gihişta xaka Rojava ,û hêvî û ronahî xwe da giştî cîhanê. Di pêkanîna xeta sêyemîn de û pirojeya netewa demoqratîk , ya ji nû ve berê xwe da guhertina heşmendiya mêrperst , ol perst , netewperst ,nîjadpert bi heşmendiyeke polotîk ,exlaqî, demoqirasî û ser esasê wekhevî û azadiya herdû zayendan.
Bi serkêşiya û pêşengiya jina azad mîna Arên Mîrkanan , Avêsteyan, Hevrînan û Zehreyan ,di şoreşê de gelek destkeftiyan kû îro bûne mîras ji bo hemû rêxistinên jinan û gelên azadî xwaz. Îro pirojya netewa demoqratîk wê ne tenê bibe çareseriya qirêza Sûriyê lê belê wê çareseriyê ji hemû Rojhilata Navîn re bîne .
Di bîranîna heştemîn de ez dibêjim her deskeftî zede dibin êrîş jî pê re giran dibin. Em ji gelê xwe û hêza wan bawerin , ku wê li hemberî hemû tehdîdan û êr îşan berxwe bidin û xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û bi parêzin, ji ber gelekî bi rêxistinkiriya û xwedî îradeya azade û xeta şehîdên xwe dişopîne û ji pirojeya xwe bi bawer e.

Back to top button