Siyaset

Nûrşan Hisên( Nûnera Rêveberiya Xweser li Başûrî kurdistanê)

Ger mirov bixwaze bi hevokekê statuya jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pênasa bike , mirov dikare bibêje (Şoreşa di nava şoreşê de) ye. Ji ber ku bi giştî di şexsê jin de guhertinek û veguhertineke bingehîn di civakê de pêk hat û gelek destkeftiyên dîrokî di heyameke kin de ketin destê jinan û civakê. Rastiya Rojavayê Kurdistanê ji bo pejirandina zehmetiyên şoreşê û nîşandayîna berxwedaniya bêhempa bi mîrasê felsefeya Rêber Ocelan ve girêdayî ye. Ew mîrasa ku di nava 20 salan de hatibû xwedîkirin ku fîlesofê Netewa Demokratîk bi jin, ciwan, gelên Ereb, Suryen, Ermen, êl û eşîr û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û taybet Sûriyê re demên dirêj jiyaye û kedeke mezin di avakirina kesayeta welatparêz û vîndar de daye.
Niha jinên kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriye rola pêşengtiyê girtine ser milê xwe, û bi sekna xwe ya dirust û girêdana bi nirxên şoreşê ve, ji jinên netewên din re bûne mînak. Em gihêştine asteke wisa ku jina ku bawer nedikri ji nava mala xwe derkeve derve, bûye berpirsyara saziyekê û baweriya xwe ji hêza yekîtiya bi jinan re wergirtiye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27