Siyaset

Semer Ebdellah ( Hevseroka Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê)

Di 19 tîrmehê de gel rabûn li ser piyan û dengê xwe hildan û gotin ( êdî bese ji zilim û zordariyê re) , dengê gelan her heye, û daxwaz û banga azadî, wekhevî , edalet û jiyanek bi rûmet dike. şoreşa ku çiroska yekemîn ji Kobanê destpêkir û ji Efrîn ta bi Dêrîk rihê xwe berda hemû bajaran , hemû deng di herêmê de dane guhertin wek erd hejanekê ji pergalên desthilatdar re da çêkirin. Şoreşa 19 Tîrmehê gelek deskeftî bi dest xist , bi taybet derheqê avakirina civakeke cewherî ji hemû şêwazên ku ji serdestiyê xilas bibe , ji bo vê jî pirojeya rêveberiya xweser ya demoqratîk dikarî bû hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de hembêz bike ta ku karibin îfadeya xwe bikin, û rê ji her welatiyekî re vekir ku îrada xwe bi karbîne û demoqirasiyê pêkbîne. Sîstema demoqratîk hate bi rêxistinkirin ji hûcreya herî biçûk di civakê de ji komînan, saziyan, ta encûmenên herêmî . Gava herî bi bandor jî tevlîbûna wekhev û rêvebirina hevbeş bi zilam re.Herwiha tevlîbûna wê ya şoreşê bi rihekî fedekar û hemû qeydê koletiya dane şikandin.. Sedema wê jî gelek qezencên dîrokî bi dest xistin û pêşengî ji refên leşgerî de girt û bûne hêza çareseriyên siyasî. Gelê Rojava nîşan û dersên dîrokî dane giştî cîhanê , ji aliyî rêvebirina şoreşan de.

Back to top button