Arşîv

‘Sakîne, Fîdan û Leyla ji jînên cîhanê re bûne mînak

Li Helebê, her sê jinên pêşeng ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bi bîranîn. Di civînê de hate gotin ‘Sakîne, Fîdan û Leyla ji jînên cîhanê re bûne mînakê berxwedanê‘

 

Rêxistina Kongreya Star a bajarê Helebê bi boneya salvegera 5‘an a qetilkirina her sê jinên têkoşer “Sakîna Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez” yên ku li Parîsê hatin qetilkirin civîneke li dar xist.

hlb-kongira-sitar-civinek-darxest-li-taxen-rojhilat-ji-bo-se-sehida-2-300x200 xalida-ebdo-300x200

Civîn li hola civînan a taxa Şêx Faris a rizgarkirî  ya Helebê, bi amadebûna bi dehan şêniyên  taxê hate lidarxistin.

 

Piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Xalîda Ebdo kurtejiyana hersê tekoşeran vegot.

 

Xalida, behsa kesayeta tekoşer Sakîna got “Şehîd Sakîne, xwedî kesayeteke bi hêz û îradeyeke azad e, li hember her zehmetiyan bi cesaret tevdigeriya . Bi vê kesayetê her tim têdikoşiya û dengê gelê kurd, jina kurd radigihand.”

 

Xalida Ebdo di nava axaftina xwe de armancê komkujiya li dijî her sê têkoşeran destnîşan kir û ev tişt anî ziman “Armanca ji pêkanîna komkujiyê ew e ku vîna jina kurd a azad were şikandin. Têkoşîna hersê jinan ji hemû jinên cîhanê re bû mînak, ku li hember pergalên stmkarî serî netewînin e.”

 

Di civînê de her wiha girêdayî têkoşîna her sê jinan senevîzyoneke hate pêşkêşkirin.

 

Back to top button