Siyaset

​​​​​​​Jinên Heleb û Hesekê banga bilindkirina têkoşînê kirin

Rejîma Îranê 10 sal cezayê girtinê li mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî birî. Dewleta Tirk jî bi dehan jin û endamên komeleyên jinan û çalakvanên siyasî yên Bakurê Kurdistanê binçav kirin û jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên di bin serweriya çeteyên wê de ne, dike hedef. Ev kiryar tirsa wan rejîman ji rêxistinbûna jinan nîşan didin.

Refleksên jinan li dijî êrişên dagirkeran bi çalakî û akîtvîteyên cur bi cur, rojane dijwartir dibe.

Di vê mijarê de, mamosteya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tevgera Civaka Demokratîk li bajarê Helebê Sewsen Hisên kiryarên dermirovî yên dewleta Îranê li dijî jinan û bi taybetî li dijî jinên têkoşer şermezar kir û wiha daxuyand: “Binçavkirina mamosteya zimanê Kurdî û cezayê 10 sal girtîgeh lê birîn, bi armanca tunekirina nasnameya Kurdî hat kirin. Ji ber ku Îran perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî nerewa yê gelê Kurd dihesibîne.”

Sewsen tekez kir ku tevî hemû hewldanên dewletên desthilatdar ên qedexekirina zimanê Kurdî û perwerdekirina bi zimanê Kurdî jî, dê erka xwe ya belavkirina zimanê dayikê pêk bînin.

Endama Meclisa Jinên Sûriyê şaxê Helebê Amine Xidir jî behsa têkoşîna jinan, rola wan û hewldanên hedefgirtina wan kir û wiha got: “Hemû dewletên kapîtalîst mafên jinan ji dest girtin. Tevî ku nîvê civakê ye jî, lê belê hîna tên hedefgirtin û di qada siyasetê de nayên qebûlkirin. Îro, ji ber ku jinên Kurd dengê jinên têkoşer bilind kirin, tên hedefgirtin.”

Amine Xidir diyar kir ku dewletên desthilatdar ji jina azad û rola wê ya mezin di civakê de, ditirsin lewra wan hedef digirin.

Amine Xidir di dawiya axaftina de hemû kiryarên dewleta Tirk şermezar kir û tekez kir ku dê êrişên Tirkiyê bandorê li têkoşîna siyasî nake, berevajî dê jinan bi hêztir bike.

CIVAKA NAVNETEWÎ LI HEMBERÎ SIYASETÊN LI DIJÎ JINAN BÊDENG E

Yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Mergede ya gundewarên başûrê Hesekê Selwa El-Ferec jî got: “Jinên ciwan bi îsrar in ku rêya şehîdên komkujiyên dewleta Tirk li Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bişopînin. Civaka navnetewî li hemberî siyasetên li dijî jinan bêdeng e.”

Selwa bang li hemû jinan kir ku berxwedana xwe bilind bikin û beşdarî rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bibin.

Endama rêveberiya Kongreya Star jî Renda El-Casim got: “Êrişên ku Tirkiye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî jinan pêktîne, dê rêxistinbûyîna me lewaz neke. Fedekariyên jinên têkoşer dê vala neçin.”

Welatiya bi navê Xade El-Mihêmid bêndengiya navnetewî li hemberî komkujî û destdirêjiyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi hevkariya çeteyan, şermezar kir û got: “Rêya berxwedanê, rêya her jineke azad e. Em ê rêyê berdewam bikin.”

Back to top button