Arşîv

KCK: Kurd divê xweseriya êzîdxanê biparêzin

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilî salvegera Fermana 74’an a çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê daxuyanî da û got, ‘’Fermana 74’an bi rengekî aşkere nişan daye, Êzîdî hewceyî xweseriya bi xweparastinê ne û bi vî heqî ne. Êzîdxana xweser ji bo Êzîdiyan bivênevê ye.Di êrîşa DAÎŞ’ê de heke Şengal bi xweseriya bi xweparastinê bûye, Êzîdî bi fedaitîya wê berevanî li Êzîdxanê bikirana, wê DAÎŞ li êrîşanînê poşman bikirana.’’

Berdewamiya daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“DAÎŞ’iyên kujer, ku ne tenê li Rojhilata Navîn, bi zalimtiyeke ku heta niha di dîroka cîhanê de jî nehatiye dîtin êrîş anîne ser nirxên mirvahiyê, êrîşa xwe ya herî giran anîne ser gelê herî mezlûm ê cîhanê, Kurdên Êzîdî. Bi Fermana 74’an re hate xwestin ku Êzîdî ji dîrokê werin rakirin. Bi baweriya xwe ya bi jiyana demokratîk û azad ku li gel hêrsa me geş dibe, em careke dî son dixwin ku Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin, ku Êzîdî bikaribin li wê bi baweriya we û çanda xwe bibin xwedî jiyana azad û demokratîk. Êzîdxana bi xweparastînî û xweser ku bêrîkirinên Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî û Zerdeşt Şengalî ne, bi mîsogerî wê bi cih were.

Di şexsê Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî û Zerdeşt Şeganlî de em hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Jinên Êzîdî yên ku ji bo vîna gelê Kurdistanê bişkînin û li Rojhilata Navîn serwer bibin,DAÎŞ’ê revandine, ku AKP’ê kir ku DAÎŞ’ êrîşê bîne, wê bibin sonda me ya tolhildanê û vîna me ya azadiyê. Ji bo ku Êzîdî, ku Rêber Apo ew emenatî me kirine, bibin xwedî jiyana azad û demokratîk, berdêla xwe çi dibe bila bibetişta ku dikeve ser milê me bi mîsogerî wê were bicihanîn. Bi fikra, heta ku azadiya Êzîdiyan neyê bicihanîn, Kurdistana azad û demokratîk wê bi cih neyê, aliyekî têkoşîna me, her demê wê li ser avakirina Êzîdxana azad û xweser be.

Dema ku DAÎŞ’ê êrîş aniye ser Şengalê, Şengala ku Êzîdî bi wê ne, artêşa Iraqê û pêşmergeyan Êzîdî neparastine. Tenê 12 gerîlayên bi lehengiya Derwêşê Evdî berevanî li Şengalê kirine, nehiştine ku bi temamî qira Êzîdiyan were. Gerîla, bi vî rengî hemû mirovajî ji sûcdarkirina qirkirineke giran xilas kiriye. Di serî de Iraq û pêşmergeyên PDK’ê, deynê di stûyê hemû hêzên navnetewî de ye ku li bara gerîla xwe ji vî barî xilas bikin.

Fermana 74’an bi rengekî eşkere nîşan daye, Êzîdî hewceyî xweseriya bi xweparastinê ne û bi vî heqî ne. Êzîdxana xweser ji bo Êzîdiyan bivênevê ye.Di êrîşa DAÎŞ’ê de heke Şengal bi xweseriya bi xweparastinê bûye, Êzîdî bi fedaitîya wê berevanî li Êzîdxanê bikirana, wê DAÎŞ li êrîşanînê poşman bikirana. Ya ku 12 gerilayên fedayî kirî, bi mîsogerî wê bi hezaran ciwanên Êzîdî bi ser bixistana. Lê wê demê hêzên leşkeri yên li derdor û nava Şengalê ji ber ku ne bi hîsên ciwanên Êzîdî bûn, bêyî ku li ber xwe bidin Êzîdxan berdane. Ji bo Êzîdiyan ji bo ku Şengal mijara man û nemanê ye, heke hêza xweparatinê ya Êzîdiyan hebûya, berxwedania herî mezin û pîroz a dîroka mirovahiyê li vir wê li dijî DAÎŞ’ê bibûya. Ev rasteqînî xweseriya xweparastinî ya Êzîdxanê mecbûrî dike. Ji bo ku Êzîdî careke dî fermanê nejîn, divê bibin xwedî xweseriya bi xweparastinî.

Divê ne tenê Êzîdî xweseriya Êzîdxanê biparêzin; di serî de hemû Kurd, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermend, hemû mirovahî û hêzên siyasî yên berpirs jî divê Ezîdxanê biparêzin. Iraqê û PDK ji bo ku Êzîdî neparastin, di serî de ew berpirs in ku xweseriya bi xweparastinê ya Êzîdxanê biparêzin.

Di serî de Şengal, ku dîsa bibe warê şên û xurt ê Êzîdiyan, Êzîdî dikarin xwe biparêzin. Êzîdî li van xakan derketiye holê, hebûna xwe jî encex li van xakan dikarin bidomînin. Xaka Şengalê, deşt û çiyayên wê, kulîlkên wê, çûk û gurên wê, parçeyek jêneger ê jiyan, bawerî û çanda Êzîdî ne. Heta ku Şengal nebe war û xak û niştiman ne li Ewropa ne jî li Rûsya ne jî devereke dî ya cîhanê Êzîditî nikare were domandin. Her kulîlk encex li ser xaka xwe dikare bêhn û rengê xwe yê rastî bide. Her kulîlk xweşikiya xwe li ser xak û war û niştimanê xwe dibine. Ev ji bo hemû çand û baweriyan jî wiha ye. Ji ber vê jî Kurdan ji kulturê re ‘çand’ gotine.

Di serî de Şengal, ji bo ku Êzîdxan ehye li Ewropa, Rûsya û li devereke dî Êzîdîtî hê jî heye û hebûna xwe didomîne. Ji ber vê, hemû berpirsyariya hemû Êzîdiyan e ku Şengalê ji xwe re bikin war û berê xwe bidin warê xwe. Hurmeta li bawerî, li bapîr û dapîran ev e.

Pir girîng e yên ku di Fermanda 74’an de Şengal terikandin dîsa bere xwe bidin Şengalê. Jiyana li kampan mirin e. Li Şengalê di nav zor û zehmetiyan de jî bin jiyan xweş e, moralê dide. Ji kampan dema ku berê xwe bidin Şengalê, ev ji mirinê çûna ber bi jiyanê ve ye. Ev tê maneya ku Êzîdî bi rengên xwe yên herî xweşik, bi bêhnan, bi xweşikiyan jiyanê ava bikin. Ji vî alî ve, hemû Êzîdiyên li çar helên cîhanê jê berpirs in û deyndar in ku dîsa li xaka xwe vegerin, piştevanê hev bin. Êzîdî dikarin ji gelek hewcehiyan bêrî bin lê divê Êzîdiyên Şengalê hewceyî kesî nekin. Nexasim gelê me yê Êzîdî yê Ewropayê divê hemû derfetên xwe di ber Şengalê de re bikin. Li gel piştevaniya manewî divê beşekî girîng ê hebûna xwe ya maddî jî veguhezînin Şengalê. Êzîdiyên li her deverê encex dema ku bi vî rengî be ji xwe re Êzîdî bibêjin û bi vê baweriyê bin wê watedar be.

ÊZÎDÎ DIVÊ BIBIN CIVAKA AZAD Û XWERÊVEBERIYA XWE AVA BIKIN

Êzîdiyên li Şengalê divê ji Fermana 74’an dersê bigirin. Bêyî avakirina xweparastinê û xweseriyê divê bibinin ku wê nikaribin hebûna xwe bidomînin. Bêyî hebûna xweseriya bi xweparastinê ne pêkan e ku Êzîdî xwe bigihînin siberojê. Piştî çend nifşan wê werin ber nemanê. Divê vê rastiya tehl bibinin. Ji ber vê divê xwe bikin civakeke rêxistinî. Bi komun û meclîsan dibe bibin civakeke rêxistinî, ji hêla siyasî, civakî, aborî û çandî ve xwerêveberiya xwe ava bikin, xweparatina xwe bi cih bînin. Hemû Êzîdî divê bibin civaka rêxistinî; hemû ciwan divê bibin hêza xweparastinê. Ev peywirên eslî yên li ber Êzîdiyan in. Ev peywir bi pereyan nikare were bicihanîn. Çawa ku Êzîdîtî bi pere, qaf û qolan nabe, xwerêveberî û xweparastin jî bi derfetên xwe dikarin pêk bînin. Bêşik û guman xweseriya bi xweparastinê ked, hewldan, têkoşîn û berdêlê hewce dike. Ji bo civakeke ku 74 Ferman jiyaayî jî jiyana azad û demokratîk helbet wê ne hêsan be. Tenê dema ku xweparastin û xweserî were avakirin wê dahatuya Êzîdîtiyê were mîsogerkirin, careke dî ferman bi serê wan de neyên anîn.

Di sala 7’an a Fermana 74’an de em bang li hemû Êzîdiyan dikin, ji bo ku xwerêveberiya ku Mam Zekî Şengalî ava kirî û xweparastina ku Zerdeş Şengalî bi kedeke mezin ava kirine geş bikin seferber bibin; em bang li hemû mirovahiyê, saziyên demokratîk, û hemû hêzên siyasî yên navnetewî dikin, yên ku wê bi berpirsyariyê rabin, ji bo avakirina xweseriya bi xweparastinî bi berpirsyariya xwe rabin.’’

Back to top button