Arşîv

Jinên kedkar jî têne birêxistin kirin

QAMIŞLO – Jinên kedkar ên di kargeh û zeviyên çandiniyê de dixebitin daxwaz kirin mafên wan li cihên kar bê misogerkirin û derfetên kar ji jinên bê kar re peyda bikin.QAM-LECNAYA-KARKERA-BI-JINEN-KARKERA-CIVIYA

Jinên Kedkar ên Komîteya Kedkaran a bajarê Qamişlo civînek ji jinên kedkar ên di kargeh û zaviyên çandiniyê de dixebitin lidar xist. Civîn li navenda sendîkeya Karkeran a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveber a Kongireya Star Dîlan Melatya axivî û di serî de rola mezin a jinê di vê qonaxa hesas ku Rojava-Bakurê Sûriyê têre derbas dibe anî ziman û got ku jin ji pir aliyan ve di nava şoreşê de pêşeng bû û karîbû rola xwe ya siyasî û ramyarî jî bilîze.

Dîlan Melatya destnîşan kir ku beşdarbûna jinan a civînê bi xwe nîşan dide ku ji bo xwe birêxistin bikin û çareseriyên guncaw ji pirsgirêkên xwe re peyda bikin di nava liv û tevgerê de ne.

Paşê Hevseroka Sendîkeya Karkeran a Kantona Cizîrê Nebîle Mihemed axivî û diyar kir ku ew wek jinên Komîteya Kedkaran divê li ser perwerdeya tevahî jinan bisekinin da ku ji hemû aliyan ve û bi taybet di cihên kar de xwe birêxistin bikin.

Nebîle da xuyakirin ku avakirina komînên jinan li cihên kar girînge da ku karibin zêdetir xwe birêxistin bikin û çareseriyên guncaw ji pirsgirêkên xwe yên dibe ku derkevin pêş re peyda bikin û wiha dom kir: ʺBi vê yekê dê jin karibin xebatên xwe pêş bixin û aboriya xwe jî bi avakirina cihên taybet ji bo kar ku bi xwe rêveberiya wê bikin, berfireh bikin.ʺ

Di berdewama civînê de nîqaş hatin kirin û jinên kedkar daxwazên xwe pêşkêş kirin û gotin ku  divê saetên kar bên destnîşan kirin, mûçeyên jinan bên zêdekirin û mafên wan li cihên kar bên misoger kirin. Jinan her wiha daxaz kirin ku kar ji jinên bê kar re were peydakirin.

Endama  Rêveber a Kongireya Star Dîlan Melatya di bersiva xwe ya ji bo daxwazên beşdaran re diyar kir ku wan wek Kongireya Star komîteyek avakirin da ku serdana kargeh û cihên kar bikin û ji nêz ve rewşa jinên kedkar bişopînin û pirsgirêkên hebin çaresre bikin.

(rr)

ANHA

Back to top button