Siyaset

Revandina endamên DAIŞ ji qampa Hol

Revandina endamên DAIŞ ji
qampa Hol
ALÎKARIYA DEWLETA
TIRK JI BO DAIŞ
Kamyon bi çekan ji bo DAIŞ. Çavkanî: Sözcü (29/05/2015)
Alîkariya dewleta tirk ji bo DAIŞ
2
Alîkariya dewleta Tirk ji bo DAIŞ
Ji sala 2014’an ve, dewleta Tirk bi awayên cûrbecûr piştgirî dide komên cîhadîst yên li Sûriyê. Ji
peydakirina çek, dermankirin û alîkariya tendurîstî bigire heta ji bo ketin û derketina wan a axa Surî
ji wan re dibe alîkar. Herî dawî dewleta Tirk bi alîkariya ji bo revandina jinên DAIŞ’î yên di kampên
di bin kontrola QSD’ê de jî ev piştgiriya xwe ku dide cîhadîstan eşkere kir.
Di 17’ê Tîrmeha sala 2020’an de, ajansa nûçeyan a dewleta Tirk Anadolu Agency ragihand ku
Natalia Barkal ku hemwelatiya Moldovya ye û çar zarokên wê ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk MIT’ê
ve hatine “rizgarkirin”1
. Lê belê ew jina ku bi alîkariya dewleta Tirk ve ji qampa Holê hate revandin
endamekê DAIŞ’ê ye û ji sala 2019’an ve di kampa Holê de bû û piştî hamleya Bagozê ya QSD kû
desthilatdariya cîhadîstan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir hatibû girtin.
Piştgiriya dewleta Tirk ya ji bo hêzên
cîhadîst ne nû ye. Di sala 2015’an
de, rojnameya Tirkî ya ku bi navê
Cumhuriyet2
delîl weşandin û bi vê yekê
îspat kir ku îstixbarata Tirk çekan radestî
komên îslamî yên li Sûrîyê kirine. Ev çek
jî di kamyonek alîkariya mirovahî de
hatibûn veşartin û bi piştevaniya Artêşa
Tirk sînor derbas dikir. Her weha di sala
2014’an de, partiya sereke ya opozisyonê
CHP ragihand ku Tirkiyê çeteyên îslamî
li nexweşxaneyên giştî û taybet derman
dike û di nav wan de serçete Ebû Mihemed jî hebû ku li bajara Tirkî Hatay’ê hate dermankirin ya ku
piştre li Idlibê birîndar bû3
.
Ji aliyê din ve, di hevpeyvînekê de bi Anne Speckhard re, ku di Adara 2019’an de hat weşandin, emîrê
DAIŞ’ê Abu Mansour al Maghrebi piştrast kir ku Tirkiye ji bo ketin û derketina wan ji Sûriyê alîkarî
da cîhadîstan û ew bê asteng heremên Tirkiye derbas dikirin. Wekî din, di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê
de peymanên bazirganî hatin çêkirin ku DAIŞ’ê petrola li Sûrî bifroşe Tirkiyê. Ev yek ji bo DAIŞ’e
çavkaniya herî mezin ya peran bû ku li ser vê yekê dikaribûn bi lez xwe birexistin bikin4
.
Di demên dawî de, piştî êrîşên dagirker yên dewleta
Tirk a li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî, ev jî hate
îsbat kirin ku dewleta Tirk çeteyên cîhadîst, ku
komek di bin banê Artêşa Niştemanî ya Sûrî de ne,
bikar tîne, da ku projeya xwe ya emperyalîst li Bakur
û Rojhilatê Sûriyê bi rêve bibe. Li van deveran,
cîhadîst ne tenê ji bo şer hatine. Ji bo ku guhertina
demografîk li herêmên dagirkirî pêk bînin li wan
herêman bi piştevaniya dewleta Tirkiyê bicîh bûne.
Piştî dagirkirina van herêman, bi sed hezaran
mirov bi darê zorê û tundî ji cih û warên xwe hatine
derxistin. Li van herêman bi taybet li ser jinan her
roj girtin, revandin, kuştin û şîdeta tund pêk tê. Li
ser jinan ferz dikin ku serê xwe bigirin. Li dibistan
Vekirina saziyên Tirk li Efrin
Çavkanî: Rojava Information Centre
Alîkariya dewleta tirk ji bo DAIŞ
3
û saziyan zimanê Kurdî hate qedexe kirin û zimanê Tirkî wekî mecbûrî hate ferzkirin.
Di heman demê de wextê ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû-Bekir al-Bexdadî di Cotmeha 2019’an de ji hêla
komên çekdar ên Amerîkî ve hate kuştin, eşkere bû ku ji sala 2014’an ve li gundê Barisha ya li
parêzgeha Idlib dijiya. Cihê ku Bexdadî lê dima, herêmek di bin kontrola dewleta Tirk û komen
ku dewleta Tirk piştgirî dida wan bû. Her weha tenê 6 km dûrî sînorê Tirkiyê bû. Pir bi gûman e û
naye bawer kirin ku agahiya dewleta Tirk ji vê yekê tûne be û Bexdadi bê destûra dewleta Tirk li wir
bimîne.
Ji aliyekî din ve, ev jî hate îsbat kirin ku dewleta Tirk heta niha bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê bi kar aniye
da ku i Lîbyayê bi piştevaniya Hikûmeta Netewa Havelbendî (NAG) de şer bikin. Li gorî Çavderiya
Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara çeteyên cîhadîst ku şandine Libyayê çend hezar e û di nav wan de
kesên ku berê di zindanên li herêmen di bin kontrola komên alîgirê Tirk de bûn jî hene5
.
Revandina jinan ji qampa Hol
Di mehên borî de jî dewleta Tirk bi alîkarîya
revandina jinên DAIŞ’î yên li Bakur û Rojhilatê
Sûrî li kampên di bin kontrola QSD’ê de dimînin
jî piştgiriya xwe ya ku dide DAIŞ’e eşkere kir.
Di vê mijarê de mînaka revandina jina DAIŞ’î
Natalia Barkal a ji kampa Holê pir girîng e. Ji ber
ku dewleta Tirk di çapameniyê de jî bi awayekî
eşkere piştgiriya ku dabû bi raya giştî re parve
kir. Ev yek ne li gorî pîvanên ji bo vegerandina
endamên DAIŞ’ê yên hemwelatiya biyanî bûn,
ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat
ve hatine danîn. Her weha derveyî qanûnên
navnetewî ye jî. Jina DAIŞ’i Natalia Barkal, bêyî
ku derkeve pêşberî dadgehekê û were darizandin, bi alikaiya dewleta Tirk reviya. Tevî ku ev yek
xeteriyek li ser Rojhilata Navîn û hemû dinyayê çêdike, dîsa jî di qada navnetewî de ti welat li dijî vê
yekê nerazîbûn nîşan neda.
Li gorî agahiyên ku hatine weşandin, Barkal di sala 2013 de bi hevjînê xwe re, bi armanca ku li bajarê
Minbicê ku di Çile ya 2014 de ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin bijîn, ji Moldovistanê hatibû
Sûriyê. Di 2017’an de, hevjînê wê di şerêkî leşkerî de hate kuştin û ew jî di meha Çile ya 2019 de hat
girtin û wê birin qampa Holê.
Heta ku bi alîkariya îstîxbarata
dewleta Tirk MIT’ê reviya, ew
li qampê bû.
Jineke din a DAIŞ’î Jazima
Mihemed, ku li qampa Holê
dima û Barkal nas dike, di
hevpeyvînekê de got ku
Barkal çeteyeke DAIŞ’ê ye. Her
weha diyar kir ku Barkal li
Baxozê nas kir û heta hemleya
hevbeş ya QSD’ê û Koalîsyona
5 https://www.syriahr.com/en/175607/
Jin li qampa Hol. Çavkanî: Hawarnews, (31/07/2020)
Natali Berkal bi zarokên ji serokê Moldavia tê pêşwazî kirin
Çavkanî: Anadolu Ajensi (17/07/2020)
Alîkariya dewleta tirk ji bo DAIŞ
4
Navneteweyî ya li herêma Dera Zorê, ew her bi DAIŞ re di nav têkiliyê de maye6
.
Piştî revandina Barkal, hêzên ewlekariyê yên qampê gotin ku ew endamekê rêxistina jinên DAIŞ’î
ya “Hisba” ye û ji ber ku ew yek ji girtiyên herî xeter bû ew li cihê ewlehiya bilind a wargehê bû û tê
bawer kirin ku di vê rêxistinê de rolek pêşeng lîstiye. Her weha ji bo Dewleta Îslamî ji nû ve rêxistin
bike hatibû wezîfedarkirin û di nav 12 mehên dawî de li kampa Holê ji kuştina herî kêm 30 jinan
berpirsyar e.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyek de dibêje, ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk mirovên ku
têkiliya wan bi rêxistina terorîst re heye ji kampan dane revandin7
. Di sala 2019’an de dema dewleta
Tirk bi balafirên şer kampa Ayn Issa bombebaran kir bi vê yekê hişt ku 859 girtiyên biyanî yên
DAIŞ’ê birevin.
Êrişên di dema dagirkirinê bixwe hêz û moral da endamên DAIŞ di girtîgehan û hewldanên revê û
îsyan rakirin di zindana Hesekê pir zêde bû, ev yek xeteriyek li ser civake.
Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên qampê, di demên dawî de jî eşkere bû ku komek ji îstixbarata
Tirk jinên DAIŞ’î bi reyên qeçax ji qampên ku lê diman dan revandin û pere ji malbatên wan xwestin.
Li pişt van rastiyan ne tenê sedemên aborî, lê her weha sedemên siyasî û stratejîk jî hene. Ji ber
ku hejmareke mezin ji endamên DAIŞ’ê yên ku îro li Tirkiyê an jî li deverên dagirkirî yên Efrîn,
Serekaniyê, Girê Sipî an li Idlib dijîn, dixwazin van jinan dîsa vegerînin malbatên wan.
Piştî ku Nataliya Barkal reviya, roja 25’ê Tîrmeha 2020’an jinên din ên girêdayî DAIŞ’ê dema hewl dan
ji kampê birevin ji hêla Hêzên Ewlehiyê yê qampê
ve hatin girtin. Ew jin piştrast kirin ku revandin ji
hêla îstixbarata Tirk ve tê rêxistin kirin. Du jinên
DAIŞ’î ku hewl dan birevin yek ji wan Elif Sancar
ku hemwelatiyê Tirkiyê ye û Fatma Ridvan ku aslê
xwe Çeçen e. Her du jinan diyarkirin ku ew hewl
dan birevin Tirkiyê û gotin, “Ji ber ku ‘Tirkiyê me
dixwaze’8
.
Îstixbarata Tirk MIT’ê revandina wan cîhadîstan
rêxistin dike û bi reya Weqfa Alîkariya Mirovî IHH ku piştgiriya DAIŞ’ê dike, pere jî dide wan.
Hem ew û hem jî ajotvanê kamyonê ku tê de hewl dan ku birevin li xwe mikûr hatin ku revîn ji hêla
îstixbarata Tirkiyê ve hate rêxistin kirin. Di yek ji van bûyeran de, jinên ku di sarinceke avê de xwe
veşartibûn û hewl didan birevin hatine girtin ku ajotvanê vê tankera avê jî bi UNICEF re dixebitî9
.
Xeterî û berpirsiyartî
Rêveberiya Xweser û Koalîsyona Navdewletî ev bi mehan e daxwaz dike ku ji bo şervanên biyanî
yên DAIŞ’î û malbatên wan, ku di operasyonên hevbeş ên QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî de hatine
girtin karibin vegerin welatê xwe, dadgehekê navdewletî were sazkirin û endamên DAIŞ’ê di van
dadgehan de werin darizandin. Lê ev hewldan heta niha piranî bê bersiv man. Di doza Barkal de, tevî
ku Reveberiya Xweser hewl da ku ew vegere welatê xwe, bersiv ji hikumeta Moldoviya nehat. Lê belê
tevî vê yekê piştî ku dewleta Tirk Barkal ji qampê revand, hikumeta Moldoviya spasî li Serokkomarê
Tirk Erdogan kir. Dema Tirkiyê ragihand ku ew ji qampê revandine, diyarkirin ku ev yek bi hevkariya
Alîkariya dewleta tirk ji bo DAIŞ
5
hikumeta Moldoviya pêk hatiye.
Teror û encamên hewldanên xeter yên DAIŞ’ê li her deverê têne zanîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê,
di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo azadkirina herêmên dagirkirî û metirsiya gerdûnî ya terora DAIŞ’ê ya li
dijî azadiya jinê bi hezaran şehîd hatin dayîn.
Çend sedem hene ku dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Ji aliyekî din vê, dewleta Tirk hevkariya
ku dide komên cîhadîst, ji bo berjewendîyên xwe yên emperyalîst ên li hundur û derveyî Sûrîyê
bikar tîne, da ku dawî li hebûna kurdan bîne û xeyala xwe ya İmparatoriya Osmanî ya nû pêk bîne.
Ev polîtîkayên hukûmeta Erdogan her weha li ,Iraq, Lîbya, Qibris û demên dawî li Azerbaycanê jî
eşkere bû.
Li aliyê din, neteweperestiya Erdogan û partiya wî AKP, ji bilî îdeolojiya neo-osmanî, bi tevahî
girêdayî îdeolojiya îslamî ya herî kevneşop ê. Weke ku herî dawî dêra dîrokî Ayasofya ya li Stenbolê
veguherandin mizgeftê, li hundir û dervê tevahî projeyên xwe li gorî islama siyasî û polîtîkayên din
ên faşîst dimeşine.
Divê endamên Koalîsyona Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û NATO li dijî kiryarên dewleta Tirk ku
destkeftiyên Koalîsyonê yên li dijî terorîzma îslamî dixin nav xeteriyê û ewlehiya herêmê û tevahiya
cîhanê xera dike, bisekinin û ji ber van kiryarên rû didin ji dewleta Tirk hesab bixwazin. Ji ber
hebûna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê berpirsyariyeke taybet ya Dewletên Yekbûyî Emerîka û
Rûsya heye. Bêdengî tê wateya piştgiriya siyaseta AKP û piştgiriya dewleta Tirk ya DAIŞ’ê û bi vê
yekê xetereya mezin a ku dewleta Tirk pêk tîne, tê pejirandin.
Derbarê girtiyên DAIŞ’ê yên biyanî de ku di zindanên di bin kontrola QSD’e yên li ser axa Sûrî de
dimînin, welatên ku li van zindanan hemwelatiyên wan hene, divê berpirsiyariyê hilbigrin û dest
bi pêvajoya dadgehkirin û vegera van girtiyan bikin. Her weha divê dadgehek navdewletî were
damezrandin da ku her endamê DAIŞ’ê li gorî qanûn û pîvanên navdewleti werin darizandin

Back to top button