Gotar û hevpeyvîn

Hediya şemo Koordînasyona Kongra Star Ya Rojava

Hediya şemo Koordînasyona Kongra Star Ya Rojava
ji bo şeşemîn komkojiya şengalê , em şehîdên 73 komkujiyan bi bîr tînin . di dîroka 3/8/2014 şer ji hêla çeteyên Daişê ve li ser gelê îzîdiyên ku li şengalê hat kirin , ku civaka îzîdî daxwaza azadî û demoqrasî û wekheviyê dike.bi derketina dewleta îslamî li îraq û sûriyê Daiş avakirin ya ku armanca wan qirkirina vê ola kevnar , resen û îmhakirina nasneme û çanda wan bû. wek tê naskirin ku çiyayê şengalê girêdayî başûrê kurdistanê ye û erkeke li ser milê wane ku çand û nasnemeya wan biparêzin ema gava Daiş derket pêş di sala 2014 an de sûc û komkujiyên herî giran ji kuştin,dizîn, xirakirin û dest dirêjiya li ser jinê bi giştî li ser civaka şengalê hat kirin. li hember evqas mercên bê exlaqî bêdengiya hemû dunyayê li hember vê tawanên qirêj hebûn. ku revandina 6000 jinên îzîdî ji îraq anîn sûriyê û di bazara EL NIXASE Ji ber ku ev ne komkujiya yekemîn e li ser gelê îzîdî hatye kirin,lê ola îzîdî xwediyê dîrokek kevnar û bingehîn e û gelê wê parastina çand û olê xwe tevî hemû komkujiyên qirkirinê ya ku li dijî wan di tevahiya dîrokê de hatiye kirin di bin navê paqijiya etnîkî û olî de.Em dibêjin ku em bi nirxên xwe yên kevneşopî û çandî re girêdayî ne, ji ber ku me xwe bi komînan re bi rêxistin kir, û me meclîsên taybet ji bo jinan ava kirine û piştgiriya wan li ser mercên siyasî, leşkerî, civakî , çandî û xweparastina mejî û fîzîkî.Her wiha jina şengalî di vê demê de xwe û çiyayên şengalşê ya bihuşt diparêz e,em spasiya Hêzên Parastina Gel , hêzên QSD, û yekîneyên parastina jinan ku beşdarî rizgarkirina hejmareke mezin ji jinên îzîdî bûn, û careke din em dibêjin ku Komkujiya şengal ji bo mirovahiyê şermezariyek bû.

Back to top button