Siyaset

Şengal di nav qîlên qirkirinê de.

Şengal bi dûrbûna 80 k.m, li roavayê şarê Mûsilê, li ser sînorê welatê Sûryê dikeve.
Li gor serjimêriya netewên yekbûyî, di demekê de hejmara şêniyên Şengalê, nêzî 550 î hezar kes bû, ji wan serê sedî 70% Îzdî bûn.
Li gor dîrokê Îzdî bi giştî, di herêma erdingariya di navbera welatê Îraq û Sûryê de jiyan dikirin, û wek kêmnetew li Tirkî û Sûrî jî hinekan jiyan dikir, lê hêdî hêdî hejmara wan kêm bû, bêtir ji salên heyştêyî di sedsaliya dawî de, ew jî bi sedema perîşanî koçberî welatên Ewropa bûn bi taybet Elmaniya, ku heta niha 40 heza kesên Îzdî li wir jiyan dikin.

Çima rêxistina dewleta islamî ( Daiş ) Îzdiyên Îraqê armanc girtin, û bi taybet jina Îzdî?
Di bûrîna dîrokê de, gelek ferman û komkujî bi ser miletê Îzdî de hatin, û bi taybet Ji destpêkirina operasiyona pişafitina nijadî di sedsaliya nehan de, ta Enfal heya komkujiya Şengalê li ser destê Daiş, tê zanîn ku rastî 73 ê ferman di dirêjaya dîrokê de hatine, ji xwe di dawiyê de, fermana ku rêxistina Daişa kujer, di 3/8/2014 an de dema êrîş bir ser başûrê kurdistanê, û Şengalê pêkhat , ji bo firehkirina hêza Dewleta xwe, ew jî piştî ku pêşmergê Başûr bê şert û merc û jinşka ve û bê berxwedan, xwe ji Şengalê vekişandin, û miletê Şangalê radestî Daişê xwedênenas kirin, û bi deh hezaran Şengalî ji tirsa hovitiya Daiş, reviyan û xwe avêtin çiyayê Şengalê, û li wir bi rojan asê man, gelek ji wan ji tî û birçîna û ji ber êşên dijwar mirin, û yên mayî, jin, zarok û mêr, dîl ketin destê Daiş ê xwedênenas de, li berfirehiya dibistanan mêr cudakirin û ew kuştin(di komkujiya gundê Koço tenê de, 500 mêr bi qilêşan kuştin), û 19 jin li Mûsilê li himber bêdengiya gelên Ereb û Cîhanê şewitandin, gelek ji wan birin devera Til Efer ê, û pişre ew birin Mûsilê, û li pey ew birin bajarê Reqa li Sûryê, heta ku li ser destê Hêzên Sûrya Demoqratîk hatin rizgar kirin.
Her jinek an keçek Îzdî gelek caran li bazara Beniyan dihet kirîn û firotin, hem jî ew bidarê zorê ji xwe re dikirin kevanî, û dibin desthilatdarî û zordariya kesê Daiş î de dima, ta ku jê xemsar dibû ew carek din dihat firotin an jî diyarî kesekî din dikir, û her wiha……
Lê jinên zarok û temen biçûk, zaroktiya wan di jiyanê de dihat qurmiçandin û di zordariyê re derbas dikirin.

Serhejmarên qurbaniyên Îzdiyan:
Hejmara wan li welatê Îraqê 550000 kes bûn.
– 360000 kes perîşan bûn.
– 2745 zarok sêwî man.
– 6417 ji wan (3548 jin û 2869 mêr) hatin revandin,
– 1199 jin rizgar bûn.
– 339 mêr rizgar bûn.
– 1041 keç rizgar bûn.
– 951 kur rizgar bûn.
– 1293 di rojên destpêkê de hatin kuştin.
– 1308 jin dîl bûn.
– 1569 mêr dîl bûn.
– heta niha pir kes li cem Daiş wendayîne.
– 81 goristanê komî , û bi dehan goristanên tekane hatin dîtin.
– 68 tekî hatin roxandin.

Rola YPJ û YPŞ di rizgarkirina jinên Îzdî de?
Ji bo tolhildana jinên Îzdî, û bi armanca rizgarkirina jinên revandî, di şerê li dijî Daiş, di operasiyona Xezeba Feratê li bajarê Reqa yê di sala 2016 an de, YPJ ê û YPŞ ê beşdar bûn û bajarokê Tebqa rizgar kirin, ta gihiştin navenda bajarê Reqa yê, û operasiyona (Bahoza Cizîrê) li Dêra Zorê bi dawî kirin.
YPJ ê di rizgarkirina 3 hezar ji 6417e kesan, jin û zarokên Îzdî yên revandî, rolek pir giranbuha lîstin, û ew radestî mala Îzdiyan û desteya jinê li Cizîrê kirin û alîkariya manewî û nefsî ji jinên rizgarkirî re pêşkêşkirin, û hem jî jiyan wan ya xwezayî li wan vegerandin, û alîkarî bi tevlîbûna wan di civakê de kirin.
Di pişt re ew radestî Encûmena jinê li Şengalê kirin û ew radestî malbatên wan kirin. Tevgera jina Şengalî bi jin û zarokên rizgarkirî re bû alîkar jib o ku ji tirsê xilas bibin .di heman demê de ji hêla nefsî de zarok ji ramanên reş yên ku Daiş di mejiyê wan de çandibûn ew xilas
kirin, û ew li jiyana wan ya civaka Îzdî vegerandin.
Di derbarê vî tiştî de hevseroka Encûmena mala Îzdiyan li herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm got: (piştî vê komkujiya mezin dijî gelê me yê Îzdî, û piştî ev zordarî ji destê Daiş dît, me xwe birêxistin kir, û em hewl didin ku em alîkariyê bi her awayî, bi jinên Îzdî yên rizgar kirî re bikin, ji bo em wan ji sawa tirsê xelas bikin, ew tirsa ku bandorek pir mezin li nefsiya wan kiribû, dema ku di nav destên Daiş de bûn, em niha bûne xwedî vînek pir xurt, û me yekîneyên parastin, Encûmena şengalê û Encûmena jinê ava kiriye, ev rêxistin tev de ji bo ku wek van komkujî û qirkiran careke din di ser gelê me yê Îzdî dubare nebe, di ser van astengî de jî pir gelê me yê îzdî vegeriyan warên xwe, ji bo xaka xwe biparêzin).
Leyla Ibrahîm, xemsarî û bêdengiya hikûmeta Iraqê û ne alîkariya wê bi gelê Îzdî re , rexne kir û got: (heta niha hikûmeta Iraqê mafê Îzdiyan nedaye wan, ji ber Şengal beşek ji welatê Îraqê ye, û bi erkê xwe yê zagonî li hêla mafê Îzdiyan nedaye xuya kirin, û ne jî alîkarî ji wan re pêşkêş kiriye, û bi erkê xwe di serhejmartin kesên wendayî ranebû ye).
Tev ku avakirin û rêxist kirna encûmenên sivîl û leşkerî jî, Heta niha ev destdirêjî di mafê Îzdiyan de tên kirin, destdirêjî pêşengên Îzdiyan mina Zekî Şengalî û Zeredeşt Şengalî bi firokên bê mirov yên dewleta Tirkiyê hatin şehîd kirin, tirkiya ku dixwaze pirojeyên netewa Demoqratîk,biratiya gelan û jiyana hevbeş di herêmê de biroxîne.

Rola welatên cîhanê diderbarê miletên Îzdî û daxwazên wî de:
di ser ku bi dehan civînên welatê cîhanê yê bi navê mirovahiyê bandikin çêbûnin jî, lê heta niha bi vê komkujiya Şengaliyan nehatiye alîkarî , û tu dadgeha dewletî, tewanbar û welatên alîkar, ev qirkirina nemirovayî ceza û gunehbar nekiriye, tev li ku pir bang ji saziyên mafê mirovan re çûnin jî, lê bê bersiv û encam manin, ji lewra em ji her welatan dixwazin ku alîkarî bi gelê Îzdî re bikin, ku miletekî aştîxwaz û xwedî dîrok û çendeke kevnare, û ji hezarê salan de bi her pêkhateyan û li ser esasê biratiya gelan di vê herêmê de jiyan dike, û pêwiste serxwebûna gelê Îzdî bê raghandin , û her wiha em doza dad û dadgehek navdewletî dikin ku tewanbar û welatên bi wan re hevkar ceza bikin.

Komîta lêkolînê li Qamîşlê
Navenda têkiliyên diblomasî ya kongora Ster
29/7/2020

Back to top button