Siyaset
Zeyneb Saroxan hevseroka desteya jin li herêma cizîrê.

Di salvegera komkojiya li ser gelê me yên li şengalê em hemî şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe ji wan re titewînin . ev komkojî bi destê çeteyên Daişê hat kirin bi armanca tunekirina gelê kevnare di herêmê de bi taybet jin hedef digirtin û hemî cureyên îşkencê bi serê jinê kirin ji kuştin,firotin,destdirêjî li ser wan yanî bi hovanî nêzî jinê dibûn xwestin destpêkê rola jin di civakê de lawaz bikin û sîstemek nû bidin avakirin.ji ber ku her sîstemek desthilatdar gava bixwaze sîstema xwe li ser bajarekî ferz bike herî destpêkê çanda jinê di wê civakê de tune dike.