Siyaset

Ji bo gelê Belûçistan,

Ji bo gelê Belûçistan,

Wek Kongra Star em roja 11’ê tebaxê, roja ya gelê Belûç sala 1947’an de ji metîngeriya Brîtanya xelas bû pîroz dikin û silavên navnetewî û piştgirî, ji bo gelê Belûçistan û tekoşîna wan ya dîsa destgirtina serxwebûna xwe, dişînin.

Binpêkirina mafên mirovan hemberî gelê Belûç ji aliyê dewletên dagirker û bi taybet ji hêla dewleta Pakistan didome. Gel rastiya her şêwaza qirkirinê tê. Lê di asta navnetewî û raya gîştî de bêdengiyeke heye. Raya gîştî çavên xwe û guhên xwe girtine. Di hemû şeran û nakokiyan taybet jin duqatî rastî tundiyê tên. Lê ji ber raya giştî xwe ker û lal kiriye rewşa li Belûçistan û taybet tundiya li ser jin naye zanîn. Li Rojava, wek di hemû aliyên Kurdistanê em zordariya dewletan û zîhniyeta baviksalar ya dagirkeriyê û zilmê, taybet li ser jin nas dikin. Ji ber vê em tekoşîna gelê Belûç ya bi cesaret ji bo azadî û berxwedana wan ya yê bigihîje encam pîroz dikin.

Wek gelên yên tên înkarkirin û axa wan di bin dagirkeriyê de ne divê em piştgiriya xwe xurt bikin.
Em hemû hêz û silavên xwe dişînin gelê Belûçistan re, da berdewam bikin bi avakirina cîhanek ya civak û bi taybetî jin dikare di azadî de û bê zext û şîdet pêşbikeve. Cîhanek ya hevjiyana azad a gelan li ser bingeha xweseriya gelan, li ser têkilî û hevsengiya bi xwezayê re û li ser azadiya jinê dimeşîne.

Ji Kurdistan heta Belûçistan, em ê xebatên xwe ji bo azadî û xwişk û biratiyan gelan bidomînin û tekoşîna navneteweyî bikin bingeha jiyana azad û aştiyê. Wek gel û taybet wek jin, divê em bizanibin mîsogeriya azadîya jin û pêre girêdayî azadiya civak bi xwe rêxistinkirin ê re tê bidestxistin.

Azadî ji bo gelê Belûcîstan! Azadî ji bo hemû gelan!

Kongra Star

11. tebaxê 2020

Back to top button