Arşîv

gelê kurd kefen qetand û jiyaneke nû afirand

Ser navê koordînasyona kongra Star di şexsê fermandar Egîd de tevahiya şehîdên tevgera azadiyê bibîr tînin , pêngava 15 tebaxê destpêkê li rêber Apo li giyanê şehîdan û li tevahiya gelê me û gelên azadîxwaz pîroz dikin .
Beramberî hemû rengê zilm faşîzm û înkarê hebûna gelê kurd bi teqandina fîşeka destpêkê dibin fermandariya şehîd Egîd de rupeleke nû di Dîroka gelê kurd de da destpêkirin , gelê kurd kefen qetand û jiyaneke nû afirand , bi hezara keç û xortê kurd berê xwe dan qadên azad û bûn hêviyek ji tevahiya şoreşgerê cîhanê re bi hezara bûn hewariyên ku ji bo edalet wekhevî û jiyana azad û bi rumet karkirin û bi mêrxwasî şer kirin li her çar aliyê Kurdistanê bûn pêşengê avakirina civakeke azad û demokratîk bi pêşengtiya jina azad .
Li Rojavayê Kurdistanê bi rih û fedkariya fermandar Egîd ciwanên YPJ û YPG efsanên lehengiyê nivîsandin û pêşengtiya ciwanên di nava QSD dê de kirin ji Ereb Suryan Turkmen ku herêmên xwe parastin û bûn mînak di cîhanê de .
Îro jî li Heftenînê di şexsê şehîd Esmer şehîd Nucan de efsaneyên nû tên nivîsandin ku rûpelê dîroka zêrîn zengîntir dike bi sekna gelên herêmê yê berxwedêr re dibe yek û erşê faşîzmê dihilweşîne .
Careke din dubare 15 tebaxê pîroz dikin û her her serkeftin ya gelê berxwedêr be

Bijî tekoşîna gelê Kurd
Bijî tekoşîna gelên berxwedêr
13-8-2020

Back to top button