Gotar û hevpeyvînSiyaset

Hevdîtin bi rêvberiya meclisa jinên Suriyê ya Dêra Zorê Fatma Ebid Elrezaq Husên

Di hevpeyvînekê bi rêvberiya meclisa jinên Suriyê ya Dêra Zorê Fatma Ebid Elrezaq Husên li ser rewşa dawî ya Dêra zorê axivî wiha got :
Bajarê Dêr Elzor bajarê herî mezin li bakûr û rojhilatê Sûriyê ye . ku Hêzên Sûriya Demokratîk nîvê bajar kontrol dike. her weha navçeyek eşîr wariye ku bi rêgez û biryarên destnîşankirî tê bi rêvebirin ev nahêle tu kes ji derveyî pîvanê eşîrê û kevne şopıyên wê derbıkevın .
Wek tê zanîn Dêr Elzor dewlemendiya xwe ya bin erd û ser erd heye , û gelê wê bi çandiniyê mijûl dibin ji ber ku bajar nêzî ava Firatê ye a ku di nav du beşan de parve dibe.
Dı alıyekî dı de got ku dı pêvajoya dawî de kuştin li Dêr Elzor pır zêdebun bi taybetî di Xeta Rojhilat de . Bi taybetî şêxê eşîra û berpırsıyarên ewlekarîyê yên ku ji alîyê kesên nenas ve hatine hedef girtin .
Pir kes dizane kî li pişt betalkirina ewlehî û aramiyê ne û dixwazin ku fitinê di nava gel de pêşbixin ew jî hêzên derv ne ku pir caran girêdayî Iranê û Rûsıya ne, bi mebesta ku gel xwepêşandan û protêstoyan li dijî rêveberiya herêmê pêk bîne, ew jî rêveberiya xwesere projeya netewa demokratîk e ku armanca wê biratiya gelan û jıyana hevbeşe , bêyî ku cudahiyê bixin nav pêkhatên gelan di milê Ol, mezheb an ziman ji ber pirojeya netewa demokratîk ji bo hemî welatên cîhanê bûye mînakek.
opozîsiyona Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk heya niha hewil didin ku van pevçûnan bi riya operasiyona serdegirtinê , û girtina hin kesên ku bi van hucreyan re mijûl dibin, û civînên fireh bi serokên eşîran re digirin ji bo çareseriyek guncav bibînin û ji wan re bibin alîkar da ku vê rewşê kontrol bikin .
dı nerîna min de rewş hîn ne ewleye, û sedema sereke ya vê tevilheviyê jî motorên di kolanan de ne ew li herêma me pirin û piraniya kuştına ku ji hêla zilamên bi mask ve hatine meşandin li ser wan motoran siwar dibin, ku ew bingeha tevlîheviyê ne .
Em wek gelê Dêr Elzorê dizanin ku kuştinên vê dawiyê yên ku şêxê eşîra dıkirin armanc ji aloziya herêmê çirûskek fireh vêxistin, delî jî ewe ku gel xwepêşandan û meşan li dijî rewşa ewlekarî ya nediyar li darxistin ya ku jiyana gelê Sûriyê dikin armanc .
Em bawerin ku ev êrîş armance wê ku di navbera pêkhateyan de nakokî çêbikin û armancên hêzên derve pêkbînın .
Bê guman ev rewş bandorek neyînî li ser hemî beşên civakê dike, bı taybet li ser jinê dike ji ber ku ji nûve dest bi rêwîtiya destkeftiyan kir û tevlî hemû warên piratîkê yê jiyanê bû .û karî bu rol bilîze û hêza xwe isbat bike ku dikare berpirsyariyê di kar û mal de hilkgire . lê ev rewş li himber pêşkeina wê dibe asteng ji ber li ser pisqoloiya wê pir bandor dike .lê ruxmê hemû şert û zurufên zehmet em hîn li ser karê xwe ne û hêvî dikin ku aramî di herêmê de bê çêkirin ta ku em hîn aktîf bibin di civakê de .

Back to top button