Gotar û hevpeyvîn

Şerê taybet

Weke tê zanîn şerê taybet ew amûrê serdestî û zordariyê ye, li ser civakê tê meşandin , li hemberî hemû şêwazên tekoşîn û berxwedana gelana , ta civak û mirov teslîm bigire û bê îrada bihêla , armanca wê ewe ku exlaq , fikir , idyolojiya civakan bide guhertin .
Şerê taybet bi gelek navan tê naskirin (şerê piskolojî, şerê sar ,şerê nerim , şûştina mêjî)
Çima bi van navan tê naskirin , ji ber dema gotina şer tê gotin tê bîra mirov xwîn , tûndî, kûştin , lê berovajî wê ev şer hemû rêbazan dide bi karanîn ji bilî şidetê û tûndiya fîzîkî, ev yek mirov jî dike xefkê , kû kes nakevê wê ferqa ku şerekî taybet li ser tê lîstin , û nizanê kû derbe ji kî û çawe lê dikeve , lewma gelek caran ew bi xwe dibe amûrê ku xizmeta wan armancên dijimin dike .
Dîroka pêkanîna van rêbazan di şeran de , em nikarin bêjin rêbazkî nû ye ji ber şerê li hemberî xistina mêjî û kole giritina mirov , xwedî dîrokeke kevna re , lê em dikarin bêjin ku ev şer rêbaz û şêwazên xwe diguhere li gorî merc û rewşên wê serdemê û li gorî taybetmendiyê wê pêvajoyê. Mînakên despêkirina şerê ku mêjiyê mirov teslîm digre di civakê ji rengê rêxistina . Em dikarin bêjin di serdemên avakirina dewatên netewî de ev rêbaz dihat pêkanîn ji bo civak bikeve di bin kontrola çîna serdest de ,lê ji bo desthilatdariya xwe xûrtbikin ,û berferh kirina erdingariya xwe û qezenckirina berhemên welatên din her şerê leşgerî , mîtingerî, û dagirkerî dane meşandin şerê amûrê wê çek , û sîlahên giran bûn , ew şer di dîroka mirovahiyê bedelên giran hate dayîn, şerê ji bo bercewendiyên desthilatdaran bûn , lê li hemberî wê jî parastina rewa hebû , tekoşîn û berxwedan her berdewam bû dijî dagirkerî , serdestî , û zûlimkarîyê .
piştî şerê cîhanê yekemîn û duyemîn kû hemû mirovahiyê bi milyonan qûrbanî danîn, û dewletên hegemon û qepîtalîst dît beramberî hêz , vîn , û îrada gelan wê nikaribin temenê xwe dirêj bikin û serdestiya xwe ferz bikin , herwiha bercewendiyên xwe bi dest bixin. Lewma hemû amûrê ku mirov bi kartînin ,ew kirine di bin kontrola xwe de weke zanist , teknîk , sipor , tendirustî , cins …herwiha.
Ev hemû jî ji bo guhertina mêjiyê mirov û dûr xistina wan ji armancê wanê sereke , û mijûlkirina wan bi tiştên bê wate , da ku ew mirov nebe keskî xwedî berhem , û her mehkûmê kesekî din bibe ta wî bi rêve bibe , lewma dewlatên qapîtelîst naxwazin herêmê me pêşbikevin , û bighêjin asta xwe bi rêve bibin . Eger herêmê me bi ewlbin û xwe bi rêvebibin , gelo wê bi çi hîncetan derbasî herêmê me bibin , ji ber vê yekê ev dewlatên hegemon her dixebitin ji bo şerê navxweyî di herêman de bidin çêkirin , şerê nijadperestî ,olperestî , cinsiyet perestî , avakirina bê tifaqiya di navbera pêkhateyên herêmê de , ev hemû rêbazê şerê taybet mûdaxelê dîrek nake lê gelan bi hev dide şerkirin û civakê ji hevdixe û biçûk dike û parçe dike , ta bi hesanî were û derbasî herêmê bibe xwe bide nîşandan ku ew xelaskarê vî geliye , wisa gel jî bi hatina wan kêfxweş dibin , û dagirkeriyê nebînin , ji ber vê yekê jî tê binavkirin bi şerê nerim . Me ev yek jî dît , ev deh salin şerê tê meşandin li Sûriyê , di despêkê de şerên wekalatan dihat meşandin , lê îro eşkereye hemû dewlet destê wan di dirêjkirina qirîza Sûriyê deheye , ma gelo raste çareseriya qirîza Sûriyê tuneye , na ne wisaye , em dibînin ku dewletên bercewendiyên wan hene li Sûriyê li ser masa çareseriy qirîza Sûriyê bê beşdarbûna îrada vî gelî . Herwiha pirojeya çareseriya Sûriyê hatiye dayîn , pirojeya netewa demoqratîk û rêveberiya xweseriya demoqratîk , lê ta niha rûxmî ev piroje pêkhatiya ser rûyê erdê ,lê wek siyasî ev dewlet erê nakin li ser, ji ber ev piroje wê hemû nakokiyên di nava civakê de rabikê , û wê hevgirtineke bi hêz di nava civakêde çêbike , ev hemû jî nakeve di bin xizmeta dewletên hegemon û qapîtelîst de .
Lewma bi hemû şêwazan dixwazin nakokiyên hindirîn bidin avakirin , bi şêwazê siyoqasê , û kûştina kesayetên tên naskirirn di civakê de , û xwedî bandorin ji aliyê kesên ne naskirî . Ji bo di civakê de gûmanî û nezelaliyê bibin çêkirin , û sûc bike ser hinekên din ev jî bibe sedema pevçûnê û jihevxistina rêxistinê . Me dît çawe di mijarê yêkîtî û itîfqên Kurdan gelek aliyan û dewletan xwestin vê hevrêziyê xirabikin , û civîn bi êlên Ereban re çêkirin ji bo xirakirina tifaqa pêkhateyên ku li vê herêmê bi cih dibin . Ji ber biçûk û parçekirina wê zîf û lawaz bike , ger kesayet û civak ne xwedî idyolojiyeke kûr û xûrt be , wê bi hesanî têkeve bin bandora vî şerî , şerê ti dijimin nabîne li ber çavê xwe lê rû bi rû şerê navxweyî tê , eger pêkhatiya herêmê û endamê pêkanîna piroja netewa demoqratîk bi vê pirojê nebawerbana ew bi xwe wê bibûna amûrê pêkanîna armancê dijin, lewma Rêber Apo dibêje min jiyana xwe û dema xwe her tim da avakirina kesayetên idyolojîk û azad , zêdetir ku ez bal bidim dijmin , ji ber kû tu kesayetek sazkar û idyolojîk ava bike , wê dijimin nikaribe pê .
Kesayetên di zindanan de li berxwedan ew berxwedana wan idyolojîk bû , ta bûne nirxên herî pîroz di şoreşa me de, rûxmî dijmin hemû şêwazên şerê taybet li ser beden û piskolojiya wan dide meşandin, lê xwe naskirin û dijmin naskirin amûrê parastina ji hemû şêwazên qirkirin, helandin , tesfiye , û dagirkeriya li ser rih , beden , û mêjî ye .
Herwiha di şerê me ye îro de em rastî gelek şêwazên dagirkeriyê tên , weke tê zanîn DAIŞ weke şerekî mîtingerî tê naskirin lê ev şer di nava xwe de gelek rêbazin şerê taybet dihewîne , weke bi navê ol bi karanîn ji bo zêdetirîn tevlîbûn çêbibe û şerê navxweyî tûjtir bibe , herwiha kûştina li ser navê ol , ola Islamê jî rûyêkî reş bidiyê , hemû islûbên kû DAIŞ bi kartanîn rêbazên şerê taybet bûn, wek serjêkirin , şewtandin , qetil hemu dan kirin, û rêbazên li ser jinan di dana meşandin ji revandin , kirîn û firotin û tecawizê li ser jinan, ev hemû şêwaz belavkirin li ser tora civakî û mediyayê , ji ber ev terz tris û xofê bide çandin di dil û mêjiyê mirov de , û bi derbas bûna bajarekî bajar vale bibe , bê tekoşîn û bê berxwedanî , lê jiber gelê me bi rêxistinkirî bû di karî van hemû pêvajoyan derbas bike,lê di roja me ya îro de em dibînin rêbazên ku dewleta faşîzima Tirk ya dagirker eynî rêbazê DAIŞ ê ye, ku hedef girtina jinan û bi rengekî hovane û pêkanîna hemû rêbazên ji dervî mirovahiyê bi teybet jinên di civakê de bi rêxistinkirî û xwedî bandor, ev hemû jî ji bo tirsekê ji jinan re bidin avakirina ,ta Jin role xwe di pêşengtiya civakê de nelîze , û bi taybet piştî di şoreşe Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê roleke xwe ya sereke lîst ta avakirina civakeke polîtîk , ekolojîk ,û demoqratîk , lewma xwestin bi van şêwazên hovane vîn û îrada Jin bişkînin ,û wan teslîm bigrin ta sîstema mêrperest û serdest biparêzin .
Me hinek rêbazên şerê taybet anîne ser ziman, lê gelek rêbazên din veşartî tê bi kar anîn , weke tê zanîn mirov ji dijminê xwe baldare û xwe jê di parêze , lê ji hevalê xwe bawere , ev tişt jî bi şêwazêkî dijmin bi kar anî bi rengê derbas kirina ajan û mît , û istixbaratên xwe di nava saziyên me de, bi armanca xerabkirinê , fewdal bûnê bide çêkirin , û nakokiyên cidî bide avakirin kû mirov bi kesayetan mijûl bibe û bê bawerî bide avakirin , û ji hevxistin û belavbûnê çêbike , di dema dawî gelek kes di riya istixbaratên me de hatin eşkere kirin. Lê di demên wisa de gerek mirov her dema çavdêrbe û baldar be, dijmin xafil nabe , gerek civak jî hişyar be .
Herwiha ji ber şoreşa me şoreşekî exlaqî bû , armanc ji bo avakirna kesayetek û civakeke wekhev, edalat, demoqratîk ,û azad . Ev jî ne li gor dewletên desthilatdar çi rêjîma Baas bê , çi dewleta Tirk û hevparên wan bin çi dewletên hegemon bin, gihiştin asta ku di nava civakê de kar bikin û exlaqê wê bide gûherîn Mînakên wê jî ( belavkirina madeyên hişbir di nav ciwana de yê dînamîkiya civakê yê û pêşeroja wê ye, bi karanîna jinan weke madeyeke mîta weke vekirina malên fihûşê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de , bi karanîna mediyayê û tora civakî ji bo teşhîr û xerab nîşandana partiyan , saziyan , û kesayetên di bin sîwana vê pirojeyê kar dikin …. herwiha vîrosa Covid 19 pirojeya sîstemên qapîtelîst bû , ji bo bi hêzkirin û xistina aboriya hin dewleta û berfereh kirina hegemoniya van dewleta, vîrûseke hatiye çêkirin û bi zanebûn ta niha derman jêre nehatiye dîtin ta armancê wan bi cih bibe , lê ewqas ku mêjiyê mirov digire dest bedena wan hedef nagre , dike mirov tenê zanîbe ew veyrûs pêre hebe nema dikare li berxwe bide , ji ber ewqas şerê piskolojî li ser tê meşandin mirov bê enerjî , hêz, û moral dike .
Di dawiyê de gerek her kes ji bo parastina mêjî berî beden , xwe xûrt bike di milê idyolojîk de , rêxistinkirî be , bi civaka xwe re hevgirtî be , û itîfaqên gelê herêmê bi hêz bike bi taybet li hemberî hemû bûyerên ev dema dawî diqewimin li herêmên Dêr el zor û Reqayê ji reşkûştin ji bo şerkî navxweyî bidin çêkirin û itîfaqên me ji hevbixînin, û ji pirojeya xwe bawer be.

Rûken Ehmed (endama têkiliyên diplomasî ya Kongra Star

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27