Arşîv

Konferansa Jineolojî di roja duyemîn de didome

Îro sibehê çalakiyên roja duyemîn a Yekemîn Konferansa Jineolojî ya li ser asta Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.DER-GONFRAS DOIYMIN DES PE DKIYA (1)

Konferansa li Navenda Çand û Huner a Dîcle ya bajarê Dêrikê hatiye organîzekirin, bi sedan jinên ji heêrmên Cizîrê, Firat, Efrînê, Reqa, Heleb, Minbic, nûnerên RJAK, Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJE), Komeleya Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê û endamên rêxistinên Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdarî vê konferansê bûne.

Li gorî bernameya konferansê, îro wê parçeyê duyemîn ji analîza sosyolojiya jin a Bakurê Sûriyeyê were xwendin û derbarê zanista jin (jineolojî) de gotûbêj werin kirin.

Tê payîn ku îro rê û rêbazên pêşxistina xebat û çalakiyên jinên Bakurê Sûriyeyê li gorî ferasetên jineolojî werin nîqaşkirin, her wiha rêziknameya Akademiya Jineolojî were xwendin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27