Siyaset

Remziya Mihemed – Endama koordînasyona Kongra Star ya Rojava.

Remziya Mihemed – Endama koordînasyona Kongra Star ya Rojava.

Êriş û bûyerên faşîst û hovane yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî Kurd zêde dibin. Taybet êrîşa vê dawiyê li bajarê Sakariya, ku Tirk ku xwediyên erdekî ne bi hovane êrîşî ser karkerên kurd yên ku ji bajarê Mêrdînê derbasî wir bûne da ku kar bikin da ku debarê xwe pê bikin.
Em dikarin bêjin ku ev êrişên faşîst ên gelên Tirkiyê hemberî Kurdan ne tenê bûyereke. Van êrişan li gelek deveran li Tirkiye û Bakurê Kudistanê dubare dibin.

Bi taybetî li herêma Bakurê Kurdistanê êrişên destdirêjiyê û hovane li ser jinan têne kirin, wekî ku me li Cizîr û Batmanê dît, çawa ku em van êrişên destdirêjiya li ser jinan li bajarê Efrîna dagirkirî her roj dibînin. Ev êrîşên nejadpaezî weka revandina gelê herêmê çi jin çi zarok çi zilam be hem jî kuştinên wan encama siyaseta dewleta Tirk e û armanca van êrîşan eve ku gelê kurd û gelê turk li hember hev derbixin û biratiya gelan ji hole rabikin .
Em wek Kongra Star dibînin ku armanca van êrîşên nijadperestî ewe ku siyasta dewleta turk di nav gel de bide çandin. Hem di Rojava yê Kurdistanê de hem vê siyaseta xwe dide meşandin û li bakurê kurdistanê bi heman şêwazî didin meşandin û bi wî şewazî derbasî Başûrê kurdistanê jî bûye. Dewleta Tirk dixwaze di navber gelê Kurd û gelê Ereb de nakokiyan çêbike. Sedema vê êrîşê eve ku li bakurê Kurdistanê di bajarên Kurdan de dewleta turk riya kar venekiriye û gel mecbûr dimînin ku li derveyî bajarê xwe kar bikin û gava diçin di nav Tîrkan de kar dikin û rastî pirsgirêkan tên û şerê navxweyî derdikeve pêş.

Em wek Kongra Star van bûyerên faşîst şermezar dikin û hemi saziyên mafê mirovan ku bêdeng dimînin bi awayekî cidî şermezar dikin.

Back to top button