Arşîv

JI BO RAYA GİŞTÎ û GELÊ ME YÊN WELATPARÊZ RE

Ji BO RAYA GİŞTÎ û GELÊ ME YÊN WELATPARÊZ RE
Wek ku tê zanîn em di pêvajoyek gelek hestiyar de derbas dibin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di bin tehdîda qirkirinê de ne. Dewletên mitînger û faşîst ji bo ku gelê Kurd di sedsala 21’mîn de nebe xwedî statu û azadiya xwe misoger nekin çi ji destên wan tê dikin.
Êrîş bi her şêwazî didomin: Axa me dagirdikin, çanda me, zimanê me, dîroka û rûmeta me û hemû hebûna me qirdikin. Ev sed salin bi vî awayî em di bin zilm û zordariyek gelek mezinde dijîn.
Li beranberî van pilan û pêla êrîşê qirker, li her çar parçeyên Kurdistanê tekoşînek bê hempa tê raberkirin û hîna jî ew tekoşîn didome. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku berdêlên vê tekoşîn û vê kedê wê azadî û serfiraziyê bîne .
Ji bo ku em bibin xwedî pêşerojek azad, bê guman bi qasî tekoşîna li hember dijminê gelê Kurd , ewqas jî yekîtî û hevgirtina gelê kurd pêwîste. di wan salên derbasbûyî de em ketin giraniya ku ger yekîtî ne be, serkeftin ne gengaze.
Şerkirina kurdan bi hevre yek ji wan polîtîkeyên dewletên mîtînger û dagirker e. Dîroka gelê Kurd ya sed salan bi îxanetê tijıyê . Em dibînîn ku niha jî dijminên gelê Kurd di pey lîstokên bi vî rengî de ne. Ji aliyekî din ve rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîd û işkencekî bê exlaq û giran de dihêle , û bi PKK’ê re şer dike û ji aliyên din ve jî bi PDK’ê re rûdine . Aliyekî dijmin dibîne û ji aliyê din jî ji xwe re dike hevkarê dagirkeriyê. Ji bo ku Kurdan carek din bi destê hev hevdû bide qirkirin. Bi dijminê ku Kurdistanê dargirdike û her roj xaka Kurdistanê bombebaran dike. li ser yek sufreyê runiştin di wan rojên ku em hêviya yekitiyê dikin ev şeremeke dîrokî ye. Bi taybet ji bo kurdan di pêvajoyeke giran û hesas de û qeder tayinkirî de çuyîna neçîrvan barzanî li Enqerê û daxuyaniyên di derbarê Şengalê de cihê şermezariyê ye. dîrok û gelê kurd ê vê hevkariyê qebuldike , wek hevkarekî qirêj û dîjberî bercewendiyên gele kurd di hafîza xwe de qeydike .
Çima ne li beramberî yên ku her roj axa Kurdistanê bombebarandikin, keç û xort, jin û zarokên wî welatî qetildikin, gundan valadikin, Şengala hîna birindâr bombebarandikin ne xwedî bertek û helwestîn? Çima li beramberî yên ku axa Kurdistanê ji dagirkera diparêze, di riya azadiyê de giyanê xwe feda dikin xwedî bertek û helwestin? Çima hêzên azadîxwaz yên Kurd ku li berxwedidin wek sedema dagirkirinê tên nîşandan, û dagirkerî tê rewa kirin? Tê gotin ku “ger PKK ne li Şengal û Heftenîn, Qendîl be, ew der nayên bombebarankirin.” Bila herekes bizanibe ku ev gotinên sosret, tenê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk meşru dike.
Em wek tevgera jinên Rojavayê Kurdistanê berî her tiştî bangewazî dikin ku hemu hêzên Kurd, li beranberî dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirk xwedî bertekbin. Û Hemu alî beyî ku bikevin nav hesabên bercewendiyên şexsî, malbatî û partî milbidin tekoşîna keç û xortên Kurd ya li beranberî dagirkeriyê. Riya rast û ya me serfiraz bike wê ev be.
Em bang li hemu gelê Kurd û bi taybet jin û ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku pêwîste demildest beranberî dagirkeriya dewleta faşist ya Tirk û yên ku ji dagirkeriyê re dibin alîkar xwedî bertekbin. Li hemberî yên ku bigotin, helwest û siyasetên xwe rê li ber dagirkeriyê vedike re xwedî helwestbin.

Koordînasyona kongra star
7.09.2020

Back to top button