Arşîv

Pişgirtiya Kongra Star ji bo jinên Pakistan

JI BO XUŞKÊN ME LI PAKISTAN

Em wek jinên Kurd a li rojavayê Kurdistanê bangawaziya û calakiyên xuşkên xwe ya Eniya Jinên Demokrat (Women Democratic Front) yên li Pakîstan silav dikin û bi wate dibînin. Di roja 10’ê Îlonê 2020 êrîşek hovane li Pakistan hemberî jinek pêk hat. Jinek bi zarokên xwe re di sêyara xwe de di rê de bû û ji bajarê Lahore diçû Gajranwala. dema seyara wê li ser rêya taybet ya otomobilan xerab bû û ew çû ser cadê da ku alîkariyê bixwaze. Du zilam wê dibînin, disekin û pêşîya zarokên wê tazî û destdirêjî lê tê kirin.
Beramberî van bûyerên hovane em wek jin bi hêrs dibin û îddaya xwe ya tekoşîna radîkal bilind dikin. Ji ber ku ev bûyer ne yek e û ne tiştekî nû ye. Çanda destdirêjî polîtikayê gerdûniye ya qirkirinê ku li ser jin rojane tê meşandin. Pergala sermayedar û netewdewletên ku di seranserê cihanê belav bûye xwe dispêrin li ser zihniyeta baviksalarî. destdirêjî amûrekî qirkirina jinê ye ya ku jin di hemû aliyan hem fîzîkî hem derûnî êrîş dike di vê pergalê de. Ev destdirêjî ne bûyerek e, ev şerekî zayinparêzî hemberî jin e ya ku xwe di pergala hegemonîk de da runîşkandin. Divê em di ferqê de bin ku ev êrîş û şer li hemberî habûna jin tên meşandin. Ev êrîşên tecawîzê û şerê baviksalarî hemberî jin di seranserê cihanê û di welatê me jî tê kirin. Rojane di Efrina dagirkirî ya li Rojavayê Kurdistane jî jin û keç ji hêla çeteyên dewleta Tirk tên revandin û tecawîz kirin.

Em jî tevlî nêrîna xweşkên xwe yê Eniya Jinên Demokrat (Women Democratic Front) li Pakîstanê dibin ku îdam kirina kesên tecawîzkar ne çareseriyekî mayinde ye. Lê çareseriyek radikal ewe ku cîvak jin xwe beranberî van êrîşên sîstematîk û hovane di her keliyê jiyanê de xwe rêxistin bike. Tenê dema jin bigihîje azadiya xwe di civak de ewlehiya jin misoger dibe. Ji bo vê jî divê jin di seranserê cihanê çareserî di xwe rêxistin kirin û xweparastina de bibîne û têbikoşe.

Tekoşîna me ya azadiya jin tekoşînekî hevpare, ji piştgirî dayin bêhtir divê em bihevre tekoşîn bikin. Çareseriya vê jî xwe rêxistin kirin û xwepasrastin e. Divê em wek jin tekoşîna xwe bilind bikin, ji ber ev şer şerekî hebûn an nebûyina jinê ye. Ger em xwe rêxistin nekin û xwe neparêzin ev êrîşên tecawîzê û hemû êrîşên qirkirina jin wê berdewam bikin. Divê em wek jin dengê xwe û helwesta xwe bikin yek.

Em Kongra Star tekoşîna xwişkên xwe ye li Pakîstan û çalakiyên wan ya 12’ê Îlone silav dikin û hêz dide tekoşîna wan .

Jin Jiyan Azadî

Kongra Star
11-9-2020

Back to top button