Arşîv

Yekmîn Konferansa Jineolojî hêvîyên hemû jinan zindî kir

 Endama Komîteya Akademiya Jineolojî Rûmet Heval 1’emîn Konferansa Jineolojiyê nirxand û got;” Di çaroveya 1’emîn Konferansa Jineolojî ku li ser asta Bakurê Sûriyê bi tevlîbûan 200 delegeyî ji hemû pêkhateyan û her çar parçên Kurdistanê ku du rojan li navenda Çand û Hûenrê ya Diclê ya bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê dewam kir, gelek nîqaş, nerîn û biriyar hatin girtin.
Endama Komîteya Akedemiya Jineolojiyê Rûmet Heval a ku li ser 1’emîn Konferansa Jineolojiyê nirxandin kir. Diyar kir ku xebatên Jineolojiyê pêşket heta ku gihşte asta ku konferansa xwe li Rojava- Bakurê Sûriyê li dar bixin û axaftina xwe wiha berdewam kir: ” Konfernasa me du rojan dewam kir, di nav de çar beş hatin destgirtin, nirxandina Rêber Abdullah Ocelan, Rapora kar û xebartê ya  Akademiya Jineolojiyê ku li Rojava – bakurê Sûriyê hatine meşandin û bi taybayîbet beşên lîkolînan hatin xwendin.
‘Nêrînên dewlemend derketin holê’
Rûmet diyar kir ku nerînên pir dewlemend û hêja li ser raporan di konferansê de derketin holê û wiah domand;” Nêrîn pir hêja bûn û bi rengê rexnyan hatin dayîn û xwestin ku xebatên jineolojî hîn berferhtir bibin. Zanista jinê ku bi têkiliyê di navabera jinan de tê niqaşkirin jinan digihîne hev. Konferans ji aliyê nêrînên azad ve gelek dewlemend bû.”
‘Tevlibûna jinan gelek zêde bû’
Rûmet bal kişand ser tevlibûna jinan a konferansê û got;” Gelek jinên ku rabûn kelecana  xwe û daxwazên xwe anîn ser ziman, beşdarvanên vê konfransê di warê zanînê de pir dewlemnd bûn. Ji gelek welatên derve û bi taybet jî jî hêzên Enternesonyel gelek tevli vê konferansê bûn. Em dikarin bêjin ku di vê konfransê de hêviyên jinan pir zindî bûn û konferans bi  bi baldarî hat berdewam kirin. nîqaşên ku hatin pêşxistin bûn encama pêşerojê ku weke akadimya jineolojî bikarbin hîna xebatên xwe kûr bikin û li gor pêşniyarên hevalan xebatên xwe hîn berferhtir bikin.”
Rûmet di dawiya axaftina xwe de wiha got;” Di dema pêş de jî em hêvîdarin ku ev pilansazî bi awayekî taybet bê destgirtin, weke akadimiyên lêkolînê, anelîzên civakî û akadimî û perwerdeyên ku wê werin dayîn em di wir de jî wan nêrînan parve bikin û em ê di dema pêş de jî van hêviyên xwe komî ser hev bikin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27