Siyaset

Koordînasyona Kongreya Star: Em banga hesabxwestina ji Tirkiyê li ser sûcên şer dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên mezin der heqê jinên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de pêk tînin. Li ser vê yekê Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê ya girêdayî NY`yî têkildarî hin destdirêjiyên wekî bûyerên kuştin, revandin û tecawizkirina jinan ên ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve, ku hatibûn belgekirin radestî Rêxistina Mafên Mirovan kir.

Berdewamkirina êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo tolhildana têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ya li ser destê QSD`ê ye, ku hewl da sîstemeke demokratîk li ser esasê wekheviya jin û zilam û biratiya gelan ava bike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Perwîn Yûsif got: “Binpêkirinên li dijî jinên li herêmên dagirkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyê wekî revandin, kuştin, tecawizkirin û binçavkirina wan li hemberî xwestina fidyeyê û bûyerên wendakirinê, hîna bi awayekî eşkere li pêş çavên hemû cîhanê ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve berdewam dikin. Saziyên hiqûqî yên Rêveberiya Xweser van binpêkirinan belge dike.”

Perwîn Yûsif daxuyand ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji van binpêkirinên li dijî jinên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ji bo şikandina vîna jinan û têkbirina sîstema demokratîk e ku mafê azadiya nêrînê û birêxistinkirin û rêvebirinê da jinan.

Perwîn wiha domand: “Bûyerên em di dema niha de li herêmên dagirkirî dibînin, ji me re zihniyeta dewleta Tirk û çeteyên wê ku hewl didin di mêjiyê gelên herêmê de biçînin nîşan dide. Mînaka wê yekê avakirina saziyên olî yên bi rêveberiya zilaman tenê. Bi van rêbazan hewl didin rola jinan di civakê de qels bikin û lawaz bixin. Berdewamkirina van binpêkirinan tê wateya ku helwestên civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî lawaz in.”

BI SEDAN REWŞÊN XERABTIR HENE

Perwîn Yûsif bal kişand ser rapora Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê ku pêşkêşî Rêxistina Mafên Mirovan hatiye kirin û got: “Beriya çend rojan, Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê û bi ser NY`yî ve, raporek derxist. Rapor ji aliyekî ve erênî bû, lê belê ji aliyê din ve li hemberî binpêkirinên li dijî jinan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di asta tê xwestin de bû. Belgeyên ku komîteyê pêşkêş kirine, tenê parçeyekî binpêkirinên li dijî jinan reva dike. Bi sedan rewşên ku ji yên di raporê de hatine bibîrxistin xerabtir, hene.”

Perwîn wiha berdewam kir: “Komîteya dikarîbû hovîtiya çeteyên girêdayî Tirkiyê ya li dijî jinan derxista. Bi taybetî piştî civîn û kongreyên ku ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîl û jinên wan herêman dihatin lidarxistin, binpêkirinan berdewam dikir. Lê belê li hemberî sûcên şer ên pêk tên, rapora komîteyê ne di asta tê xwestin de bû.”

Perwîn her wiha destnîşan kir ku rojane destdirêjî û binpêkirin li dijî jinan pêk tên û got: “Hişyarkirina Tirkiyê û wekî berpirsiyar nîşandan tenê ne bes e, divê sînorek ji van binpêkirinên li dijî jinan û mirovahiyê re bê danîn.”

Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hemû destdirêjiyên li dijî jinan belge bikin û pêşkêşî dadgehên civaka navneteweyî bikin, da ku sûcdar bên darizandin. Her wiha li kêleka qurbaniyan bisekinin, wekî şehîd Hevrîn Xelef ku avakirina Sûriyeke bi ewle û îstiqrar armanc dikir. Perwîn got: “Li ser vî asasî tenê diviyabû ku Erdogan ji beriya salekê ve bihatiba girtin. Ji derveyî binpêkirinên dermirovî yên li dijî jinan, wekî dayika Eqîde ya sivîl ku tenê dixwest aştî pêk were.”

Back to top button