Aborî

Kongreya Aboriya Jinan bi dawî bû

Kongreya duyemîn a Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibehê li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi diruşmeya “Aboriya jin, jin çavkaniya civakê ye” dest pê kir. 80 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl ên Qamişloyê tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de senevîzyoneke li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî tevgera jinan û rola jin di aboriyê de hate pêşandan. Her wiha belgefîlmeke li ser xebata jin di aborî û çandinî de hate pêşandan.

Her wiha rapora 2 salan hatin xwendin. Beşdaran rapor, rewşa rêxistinî nirxandin û plansaziya karê xwe danî. Ji pêşniyarên ku derketin pêş, kargeheke kîsan û parekek taybet ji bo jinan li Kobanê were vekirin, ji bo Dêrazorê jî pêşniyar hate kirin ku dewreyên hemşîretî û computer werin vekirin. Ji bo jinên Efrînê jî hate gotin ku aboriya jin li wir lewaz e, divê rola wê were pêşxistin û kargeheke savarê were vekirin.

Piştre endamên rêveber ên aboriya jinan hatin hilbijartin. Endamên hatin hilbijartin sûnd xwarin ku dê xebatê bi rêk û pêk bi cih bînin.

Kongre bi xwendina plansaziya aboriya jinan ji aliyê endama Rêveber a Kongreya Star Mîdiya Serxwebûn ve hate xwendin, plansaziya ku ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin ev in:

-Akademiya aboriya jinan were vekirin.

-Kargeheke kilînesan were vekirin.

-Dewreyên perwerdeyê yên aborî werin vekirin.

-Projeyên çandiniya avî were pêşxistin.

-Li 100 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koperatîfên sewaldariyê yên biçûk werin vekirin.

-Ajansa pêşxistin û lêkolîna aboriya jinan were vekirin.

Back to top button