Arşîv

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Rejîma faşîst û qirker ya AKP-MHP, Kurdistan di her alî de dorpêç kiriye. Bi kiryarên qirej ên dij mirovahiyê tevdigere. Ji bona ku Kurdan teslîm bigre, vîna wa ya azad bişkîne her cure êrîş diceribîne. Bi dijminatiya ku li beramber Kurdan dide meşandin hewl dide xwe li ser lingan bigre û temenê xwe yê desthilatdariya zordar dirêjtir bike. Lê belê em dibînin ku nikare çong bi Kurdan bide danîn. Li beramber rejîma faşîst li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd di nav berxwedanê de ne.
Pêla êrîşa ku duh li ser HDP’ê hatî pêşxistin, ji hêrsa rejîma faşîst a binketina DAÎŞ’ê ya li bajarê Kobanê tê. Li hember êrîşa ku DAÎŞ li ser Kobanê pêşxistî li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd rabû ser piyan û berxwedaniyeke bê hempa da nîşandan. Berxwedana gelê Kurd ne tenê Kobanê parast, hebûna Kurdan û hebûna hemû mirovahiyê parast. Ji ber wê li her derê cîhanê, ji hemû netewan girse bi girse piştgiriyeke mezin bi berxwedana Kurdan re pêşket. Kobanê di mejiyê mirovahiyê de bû sembola berxwedanê û bû warê şikandina DAÎŞ û alîgirên wê.
Berxwedaniya Kobanê destan nivîsand û heta dewran bigere wê di hafizeya mirovahiyê de her zindî bimîne. Li beramberî vê rastiyê yên ku ji DAÎŞ’ê re bûn palpişt û li bendê bûn ku Kobanê bikeve jî wê qet neyên ji bîrkirin. Aqûbeta DAÎŞ’ê di demek nêz de, ne bi derengî wê li serê wan jî bigere.
Tirsa dewleta Tirk a dagirker ji têkçûna wê ye. Ji ber wê ewqas bi rengek hovane wek gurê har êrîşî hebûn, vîn û destkeftiyên Kurda dikin. Ji ber wê tirsê bê sînor êrîşî HDP’ê, gelê Kurd, mirovên demokrat, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran dikin. Weke ku tê zanîn tenê yek hêza esasî ya opozîsyon di Tirkiyê de mayî heye; ew jî HDP ye. Heta HDP hebe wê li Tirkiyê li beramber rejîma faşîst AKP-MHP jî pêla berxwedanê wê were bi rêxistinkirin. Ji ber wê ji her demê bêhtir di serî de gelê Kurd, pêwîste hemû kesên muxalîf ên li Tirkiyê li derdora xeta HDP’ê ya azadî û demokrasiyê bibin yek û HDP’ê tenê nehêlin. Yên ku dixwazin di Tirkiyê de bi rengek azad, wekhev û demokratîk bijîn pêwîste piştgirî bidin berxwedana gelê Kurd û ya HDP’ê.
Em jî wek tevgera jinên Bakur Rojhilatê Surî-Rojava bi hemû hêza xwe ya tekoşînê piştgirî didin berxwedana li hemberî faşîzmê. Çawa ku me bi rihê Arîn Mîrkan di pêşengiya jinên berxwedêr de DAÎŞ binxist, emê bi heman ruhî rejîma faşîst a qirker AKP-MHP’ê jî bin bixin. Bila bê zanîn ku êrîşên bi vî rengî vîn û biryardariya me xurtir dike û ewê qet nikaribin çong bi me bidin danîn.
Em careke din piştgiriya xwe ji HDP’ê û hemû raya ku li dijî rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê di nava tekoşîn û berxwedanê de ye radigihînin û em rejîma faşîst ya rûreş şermezar dikin. Em bang li hemû gelê Kurd û hêzên azadîxwaz dikin da ku li beramberî vê zilmê serî hildin û xwedî bertek bin.
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR
26.09.2020

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27