Arşîv

Zagros Egîd: Bi yekîtiya neteweyî em ê komployê vala derxin

Şervana YPJ’ê Zagros Egîd komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kir û got: “Komploya navneteweyî li dijî berxwedana azadiyê pêk hatiye. Em ê heta dawiyê berxwe bidin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya xwe bi dest bixin.”

 

Şervana  Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) Zagros Egîd komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kir û wiha got: “Komploya ku li dijî Rêber Apo pêk hat ji bo bidestxistina azadiya gelan û ya jinê bû, lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin xurtir bûn û bi vîneke xurt herikîn qadan. Çimkî azadiya serokatî azadiya jinê û gelan e.”

 

‘Jinê bi fikrên azadiyê hêza xwe mezin kir’

 

Şervana YPJ’ê Zagros, da zanîn ku jin di riya felsefeya Abdullah Ocalan de gihaşt rastiya xwe û wiha got: “Di şoreşa Rojava de jinê bi fikrên azadiyê hêza xwe mezin kir û xwe isbat kir. Her wiha ji bo ku mafê jinê were parastin û jin bigihêje rastiya xwe Yekîneyên Parastina Jinê hat avakirin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Niha YPJ li ku derê zordariyek li ser jinê bibîne hewl dide ku wê jinê xelas bike û zincîra wê ya koletiyê bişikîne. Jin û civak bi hev ve girêdayî ne û em ê heta dawiyê mafên jinan biparêzin û li pey xeta Rêber Apo bin.”

 

‘Şoreşa rojava bandorek erênî li ser jinê kir’

 

Zagros wiha got: “Beriya Şoreşê jin ne xwediyê mafê axaftina xwe bû, ji  hemû aliyan ve desthilatdarî li ser jinê dihat meşandin. Jinê nikarîbû xwe îfade bike û parastina xwe bike, lê dema şoresê dest pê kir û felsefeya Rêber Apo ku bi salan e ji bo azadiya jinê xizmetê dike  belav bû, wê demê her jin rabû ser piyan  û  di nav vê şoreşê de cihê xwe girt. Jinê hem di milê leşkerî ,siyasî hem jî di milê civakî de cihê xwe girt. Her wiha Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin. Şoreşa rojava bandorek erênî li ser jinê kir. ”

 

Jina Rojhilat li dijî koletiyê disekine!

 

Zagros, diyar kir ku hemû dilê jinan di raperîna Rojhilat bû yek û wiha got: “Bangewaziya me ji hemû jinên Rojhilatê  Kurdistanê ev e ku li hember desthilatdariyê û koletiyê serî hildin heta ku bikaribin zincîra koletiyê bişkînin û serê xwe li hember dijminê xwe netewînin. Çimkî jinên Rojhilat ji felsefeya Abdullah Ocalan îlhamê digirin û ew jî li dijî vê komploya navneteweyî disekinin.”

 

Zagros, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin bi hêz û keda xwe li pey xeta Rêber Apo  dimeşe. Heta em bigihêjin azadiya xwe û serokê xwe azad bikin em ê li pey xeta serokê xwe bimeşin.”

 

Back to top button