Arşîv

Meclisa Jinan banga lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên dewleta Tirk kir

Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxê kantona Efrînê têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li kantona Efrînê ya dagirkirî daxuyaniyek da.
Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û partiyên siyasî li qada Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn. Endama Meclisa Jinan Zelûx Reşîd daxuyanî xwend.
Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dîroka dewleta Tirk tijî qirkirin, komkujî, çewisandin, sînordarkirina azadiyan û zayendperestî ye.
Her wiha meclisê bi bîr xist ku dijminahiya li dijî jinan di dema desthilatdariya AKP`ê ve zêde bûye. Bi zanabûn siyasetên çewisandinê li dijî jinan dimeşîne, nexasim jinên çalakvan û parêzvanên mafên mirovan.
Meclisê wiha da zanîn: “Rojane jin li Tirkiyê ji hêla mêran ve bi hincetên nerast têne kuştin, bêyî ku hikumeta Tirk tedbîran bigire û rê li pêşiya vê diyardeya ku her ku diçe zêdetir dibe, bigire. Ji wê zêdetir hewl dide ji lihevkirina Stenbolê ya parastina jinan ji tundiyê vekişe. Bi hezaran jin di girtîgehên Tirkiyê de ne û rastî gelek cureyên îşkenceyê û destavêtinê tên. Gelek ji wan dest bi girêvên birçîbûnê kir û gihaştin asta şehadetê, herî dawî Ebru Tîmtîk.”
Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk heman siyasetê li herêmên dagirkirî dimeşîne, li bajarê Efrînê hovanetirîn sûc li dijî jinan pêk anîn. Ew bi rêya şikandina vîna jinan dixwaze vîna civakê têk bibe. Zîhniyeta wê zîhniyeta DAIŞ`ê ya terorîst bi xwe ye.
Meclisê bal kişand ser daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê yên têkildarî rewşa jinan li Efrînê û ev agahî parve kir: “Li gorî rêxistinê zêdetirî hezar jin hatine revandin, zêdetirî 67 jin hatine kuştin û tecawiz lê kirine. Keçên biçûk bi zorê û bi gefxwarinê bi çeteyan re hatine zewicandin. Lewra em dibînin ku gelek malbat careke din Efrînê der dikevin ji ber tirs û zextên ku li dijî wan têne kiirn. Hikumeta Tirk vê yekê dixwaze û ji destpêka dagirkirinê ve hewl dide herêmê ji şêniyên resen vala bike, demografiya wê biguhere.”
Meclisê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û da xuyakirin ku ew sûc digihêjin asta sûcên şer. Meclisê her wiha bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan, hiqûqî û jinan kir ku bi erkên xwe rabin û komîteyên hiqûqî bişînin Efrînê da ku rastiya rewşa jinan bi giştî û di nava girtîgehan de bi taybet nas bikin.

Back to top button