Arşîv

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir

Rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya gitşî re parve kir û tê de bernameya çalakiyên xwe yên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, eşkere kir.
Çalakî di çarçoveya hemleya “Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” dê pêk bên.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo bi zimanê kurdî û berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Qamişloyê Xedîca Zahir bi zimanê erebî û bi navê Partiya Yekitiya Jinên Suryen Sofiya Yûsif li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em bi ruhê jinên tekoşêr yên ku li beranberî birdoziya pergala netew dewlet ya zayendperest têkoşîn dayî û canê xwe fedakirî, têdikoşin. Têkoşîn û berxwedana wan jinên leheng, di riya azadiya netewa jin de ji me re bûye çira. Li pey doza wan, bi biryardarî, bi cesaret û bi armanca jiyaneke azad a bi azadbûna jinê gengaz, em hîn dimeşin.
Xwişkên me, hevrêyên me û hemû jinên dildarên azadiyê,
Li çar aliyên cihanê li beranberî faşîzm, dîktatorî û hewildanên reşkirina jiyanê, jin li qadan in. Ji Amerîka Latîn bigre, heya Tunis ji Tirkiyê bigire heya Polonya, ji Sûriyê bigire heya Hindistanê, ji Bîlarus bigre heya Iraq, Lubnan û Pakîstanê jin bi têkoşîna xwe xwedî li mafê xwe yê bi berdelên giran bi dest xistî derdikevin.
Bi hezaran sala ye li beranberî jinan qirkirinek heye. Lê belê kesekî kuştinan jinan wek qirkirin bi nav nekir. Jinên tekoşêr yên cihanê ji bona ku xwe wek netewek di destpêkê de hatî mêtîngerkirî û rastî qirkirinê hatî bide qebulkirin, gelek berdêl dan. Lê em dibînîn ku jin her ku diçê bi saya têkoşîna xwe bi serdikeve. Jinan bi çalakiyên di asta cihanê de dane destpêkirin gelek caran dengê xwe gihandin hev. Bi hev re bûn hêza guhartinê û bir rêxistinbûna xwe tirs xist nava pergala mêr ya serdest. Jinan îspat kir ku bi hevgirtin û yekbûnê dikarin sînoran derbas bikin û bi hev re li beranberî zilma mêr tê bikoşin.
Hevreyên mê yên dildarên azadiyê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên êş kişandine, berdêl dane û yên ku bi berxwedana xwe bûne stêrka herî geş ya Rojhilata Navîn! Em di qonaxeke gelek nazik re derbas dibin. Destkeftiyên me yê bi xwîna hezaran şehîd me bi dest xistine, hîna di bin xeteriyeke gelek mezin de ne.
Têkoşîna me hêz da hemû mirovahiyê û jinan. Bê guman me piştgiriyeke gelek xurt girt û baweriya serkeftinê da. Gef û êrişên li beranberî pergala ma ye ku jin pêşengên wê ne, didomin. Em niha jî bi hêzên ku ji DAIŞ`ê re bûn palpişt, yên wek Erdogan- AKP û çeteyên wê re têkoşîn dikin.
Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê bi hevgirtîn û têkoşîna xwe jinên cîhanê ber bi avakirina konfederalîzma jinan ve bibin. Em bi birêxistinbûn, bîrdozî û têkoşîna xwe dikarin bibin pêşengê wê avakirinê. Ev hêza me heye.
Ji bo Sûriyeke azad û demokratîk, ji bo jiyaneke aştiyane û aram em bang li xwişkên xwe yên Sûriyê jî dikin; em bi her jinên ku daxwaza azadî, wekhevî û aşitiyê dikin re ne. Ger em mil bidin hev du, Sûriyeke azad wê gengaz be.
Li ser wê bingehê wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşma “Jİ qirkirin û dagirkeriyê re na! emê jin û jiyanê biparêzin!” de, ji 10`ê Mijdarê heta 10`ê Berfanbarê em ê çalakiyan pêk bînin.”
Bernameya çalakiyên me wiha ye:
– Di navbera 10’ê Mijdarê û 10’ê Berfanberê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser rengê tundutijî û têkoşîna li beranberî tundutijîyê semîner wê werin dayîn.
– 18’ê Mijdarê Meclisa jin ya PYD’e wê panȇlekê li ser tunditijiya li ser jin li darbixe.
– 19`ê Mijdarê Meclisa Jinên Sûriyê bi tevlîbûna jin û mêran li ser tundutijiyê wê nîqaşan bi rêve bibe.
– 20’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zoraka dê li hemû bajaran çalekiyên cihêreng werin lidarxistin.
– 21’ê Mijdarê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mijara tundiya li ser jinê wê bi rêya Zoom’ê panelek li dar bixe.
– 22’ê Mijdarê Komelê Jinên Ciwan li ser zevaca bi temenê biçûk wê çalakiyekê li dar bixe.
– Li kampa Waşûkanî li ser mijara mêtîngerî û tundiya li ser jinan nîqaşek wê were li darxistin.
– Li kampa Holê li ser mijara tundiya DAIŞ`ê wê semînerek were lidarxistin.
– Fîlmek li ser di atmosfera şer û koçberiyê ku tundiya li beranberî jinan jî nîşan dide, wê were pêşandan.
– Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di pêvajoya pandemiyê de îstatîstîkê tundiya li ser jinan pêşketî wê vere belavkirin.
– 23’yê Mijdarê ji aliyê kordînasyona jin ya Rêveberiya Xweser ve li ser mijara pergala hevserokatî û di biryargirtina mijarê siyasî de tevlîbuna jinan panelek wê were lidarxistin.
– Di 24’ê Mijdarê de Kongreya Star di asta navdewletî de tundiya li ser jinan pêş dikeve û rê û rêbazên têkoşînê wê panelekê li dar bixe.
– 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Jİ qirkirin û dagirkeriyê re na! emê jin û jiyanê biparêzin!” wê meşeke girseyî were lidarxistin.
– Ji aliyê Jinên Ciwan ve wê wêneyên jinên ji aliyê dewletê û meran ve hatine qetilkirin werin belavkirin
– Li ser istîsmara jinên kedkar wê civîn were lidarxistin.
– Ji aliyê MSD’ê ve tundiya siyasî ya li ser jinan tê bi meşandin û têkoşîna li beranberî wê, wê civîn were lidarxistin.
– Ji aliyê jinên Partiya Sûriya Pêşerojê ve li Hesekê, Qamişlo û Şedadê bi mijara tundiya li ser jinan û têkoşîna li beranberî tundiyê, wê semîner werin lidarxistin û birûşşrê destan wê werin belavkirin.
– 27’ê Mijdarê Yekîtiya Jinên Suryen wê li hemû dezgeh û saziyên xwe li ser mijara tundiya li ser jinan wê civînele berfireh li dar bixe.
– Rêxistina TEV-DEM`ê ya jin li hemû saziyên pîşeyî semîneran bi rêve bibe.
– 8`ê Mijdarȇ : Li Kobanê Çalakiya zarokan.
– 16`ê Mijdarȇ : Li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê sînevezyon.
– 17`ê Mijdarȇ : Rêxitina Sara li kampa Serêkaniyê wê çalakiyên zarokan li dar bixe.
– 18`ê Mijdarê: Li Hesekê seminer.
– 25`ê Mijdarê: Rêxistina Sara wê li kampa Serêkaniyê pêşengeh, şano li dar bixe.
– Çalakiya meşa zilaman li Kobanê ji bo xurtkirina têkoşȋna jinan.
– 22-24`ê Mijdarȇ: TV panel, platform.
– 10`ê Kanûnê: Çalakiya çandina daran ji bo şehîdan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27