Gotar û hevpeyvînwêje

Tekoşîna li hember tûndiya li ser jin

Tekoşîna li hember tûndiya li ser jin

Di nava pergala şofînîya serdest ya Bassê , mijara koletiya jin ya herî kûr û di nava qirîzê de dijiya ,ji hemû welatên Rojhilata Navîn zêdetir . Jiber jin di nava pergaleke bi hişmendiya mêrperst , zayendperest ,nijad , û netew perest de jiyan dikir ku ev sîstem ji aliyê dewletê ve dihat meşandin û parastin di heman demê de . Herwiha dûrxistina jin ku role xwe ya sereke û her bi bandor di nava civakê de û maf ne daîne wê, weke gelek erk û kar nedihat dayîn ji jinan re di nava saziyên dewletê de û girtina cihên xwedî biryar, bi rengekî wekhev bi zilaman re . Ji aliyekî din ve jî kevneşopiya civakên ku rêbazên tund li ser jin dide meşandin û wê bi qeyd û zincîran mehkûmê hişmendiya kevneşop ya paşverû dike. Ku jinan biçûk û kêm dibîne , û jinan tenê weke şerf û namûs bi nav dike ,Jiber vê yekê jî wan ji gelek qadan mehrûm û dûr dixin dibin hîncetên parastina namûsa malbatê de , lewma gelek biryarên paşverû yên civakê di bin navê ol de li ser tên ferzkirin mînak, zewaca temen biçûk , zewaca bi zorê , pir jinî, berdêlî , qedexeya xwendin û karkirinê ev hemû şidet û tûndî li ser tên meşandin , lê ji bilî herêmên Rojava (Bakurê Sûriyê) encamê tekoşîna jin ta gihiştina azdaiya xwe û mafê xwe bi dest xistin ev tekoşîn bi rengekî veşatî dihate bi rêxistin kirin di dema rêcîmê de , lê bû bingih û çirûska ku şoreşa Rojava ya xwe li ser avakir , ew tekoşîna ku bi salan xebat kir bû zemînekî xûrt şoreşa Rojava jê despêkir, ku jibo bilind kirina astaire tekoşînê ta jinan ji wê rewşe koledarî xelas bike û ji hemû zincîr û qeydan azad bike . Jin derketin hemû qadan û pêşengtî û rêbertiya şoreşê kirin , û berî her kesî xwe bi rêxistin kirin li ser hemû astan , ev hemû jî tê encama bingiha tevgera yekîtîya star ya ji 2005 de hatibû avakirin ya dîsa xwe sipartibû mîrasê dîroka jinên jibo azadî û wekhevî her têkoşan. Wek tê zanîn bûyera di 2004 é de rêcîma Bass ya faşît bi rengekî hovana xwest tesfîya Kurdan bîne, di wan rewşên giran de û wê pêvajoya zehmet de ,jinan ji erkê xwe yên welatparêzî pêwîstî dît ku xwe bi rêxistin bike , û bi îrada û vîna xwe ya azad parastina hebûn , çand, û nirxên xwe yê pîroz bike bi pêşengtiya jin
Hebûna rêxistina jin bingeha sereke bû ji avakirina sîstema rêveberiya xweser ya demoqratîk ku xurtbûn da rêveberiyê bi tevlîbûna bi hêz ji aliyê jinan ve, ji hemû saziyên civakî, siyasî, leşkerî, dilomasî, û hevbeşiya cihê girtina biryaran bi zilaman re û di hemû astê rêveberiyê de, di pêkanîna sîstema hevserokatî de, ku şêwazekî nû ye di rêveberiyê de li seranserî cîhanê, ku bi rengekî hevbeş rola jin di rêveberina civakê de di lîze. Herwiha sîstema xwe ya xweser di hemû qadan de da avakirin. Di kongrê şeşemîn de biryar hate dayin guhertin û xwe berferh kirine yekîtîya Star ta bibe kongira Star û xwe bi rêxistinên jinan yên herêmê li ser esasê konfederlaliya demoqratîk bi rêxistin bike Bi vî biryarê kongira star xwe berfarkir ne tenê jina kurd di nava xwe de di hewîne lê belê ji hemû pêkhateyên ku li herêmê dijîn. Jinên ku bi jina kurd bandor bûn û ew weke mînak dîtin bi taybet ji aliyê leşgerî ve. Ji her kesî re diyar bû tekoşîna YPJ li hemberî xwînxwarî û hovîtiya DAIŞ hêzin herî tarî li cîhanê . ta têk bi û tola jinan hilanîn û gelek jin rizgarkirin . yên DAIŞ ku ew kiribûn mîtah û ji kirîn û firotinê re . bi vê yekê jinên YPJ bûne sembolê berxwedanê û mînakên ku ji jinan re bibin pêşeng da ku xwe bi rêxistin bikin û xwe bi sîstem bikin û hêza xwe ya parastinê avakirin . ji berk u jinan bi salên dem dirêj astengî kişandiye bi siyasta û polîtîkeya têkbirin û zexitên tinekirina çandî û fikirî . bi şêwazên meşandina şerên taybet da avakirina kesayetek lawaz bê îrada û zihîf xistin ku bi qedera xwe razî be û li berxwe ne de û tekoşîn neke . ji ber vê yekê wek kongira star giranî da avakirina kesayetek azad bi avakirina qomîteya perwerda jin û ekadimiyên birdozî . û idyolojî ku ji bo xurtikirina jina ta xwe naskirin û pêşketin bi amadekirina perwerdayên vekirî û girtî û dana simîneran bi berdewamî di mijarê kûrkirina jinan ji aliyê ramanî ve û rê pêşîyê vekirin ji bo li rastî û cewherê xwe vegerê û li ser pêşketina xwe bi xebite . da karîbe pêşengtiyeke rast bike û xwe bi hemû şêwazan bi parêze ji êrîşên fikirî û bedenî .
Pergala qeptelîzîm herdem karkiriya li ser bedena jinan û ew weke madeyek kirîn û firotinê bi kar aniye . her ji aliyê serokên kar ve hatiye biçûk xistin ta gelek cihên wisa de şêwazên bê exlaqî li ser didine ferzkirina ta bimîne li ser karê xwe . û di malbatê de jî rêbazê koletiyê li ser tê meşandin û bê nirx û bi rengekî hebûna wê nayê dîtin dinava civakê de. lê belê şoreşa rojava re jinan xwe bi rêxistin kirin ne tenê di qada leşgerî û birdozî de . lê di hemû qadan di yek ji wan jî pêwîstî dît ku jin di asta aborî de gerek xweseriya xwe bide avakirin û xwe ji vî alî ve jî azad bike . ta xwe ji koletiya û bindestiyê xelas bike . bi rêya avakirina pirojeyên û sîstemên koperatîvên aborî bi armanca peydakirina karan û pirsgirêkên wan yên aborî çareser bike . û endamekî bi aktîf be di nava civakê de û rola xwe bilîze da avakirin aborîyeke komînal civakî hemûyî hembêz dike dûrî pergala qeptelîst .
Li gorî pîvanên rêveberiya xweser û mafê jina ta xwe bi parêzên di rêya zagonan de . da karibe li hemberî hemû rêbazên ku civak li ser dide ferzkirin bi şêwazên kevine şopî û paşverûtî . li hemberî van hemû terzên ku li ser têne meşandin . girîng bû jin ta vê hişmendiyê dibe guhertin cih û roleke sereke di qada edaleta civakî de bilîze û malên jinan veke û qomîteyên silih bide avakirin û avakirin meclisên xwe yê xweser di qada edaletê de . herwiha li derxistina zagonên jinan di 2014 de . ya di rêya wan zangonan de gelek mafê jinan tê parastin û rê li ber tundiya li ser jinan digire . herwiha tensîq û têkildariya bi ewayek hevbeş û herdem bi rêxistina jinan re heya derbarî mijarê têkildarî jinan wek rêxistina sara ku rewşê jinên ku rastî tundiyê dibin tê belgekirin
Çiqas ku pêşketin di nava civakê de jî çêbûn lê belê hîn ji hinek jin rastî tundî û şideta di nava civakê de dibin . ji be ku hişmendiya mêrperest ya bi salan hatiye avakirin salên tekoşînê jê re gereka ta were guhertin û ji wê deshilatariyê azad bibe . lewma malên parastina jinan hate avakirin ji bo rewşên jinan ku tehdîdên kûştin û şidetê li ser wan hene . ta ew pirsgirek di rêya qomîteyên silh û malên jinan têne çareserkirin . lê ev rewş hindikin li gorî mercê şer û li gorî seranserî herêmên li sûriye.
Ji ber ku jin roleke pêşeng di nava şoreşê de cih girit . lewma bû hefa sereke ji hemû faşît û dagirkeran yên li dijî fikirê azadî û demqirasiyê ye . di serî de dewleta tirk di rêya dagirekirya wê li ser herêmên sûriyê ku bi rengekî dîrek jinan hedef digire û bi kiryarine dirêj û hovana li dijî mirovahî dide bi karanîn . ji kûştin destdirêjî . revandin . kocberiya bi zorê . qetilham . firotina mirovan …hwd. herwiha bi karanîna jinan di rêya şerê taybet de wek mît istixbarta şûxlandin . hişbir . fihûş …herwekîdin . hemû şêwaz jî jibo şikandina hêza jin û îrada wê û deskeftiyên vê şoreşê têk bibe . lê ev yek pêknehat jiber jin bi rêxistin kirîne û bi xeta xwe ya azadî û tekoşînê ve girê dayî ne
Ji bo gihiştina deng û rengê şoreşê me ta bibe mînak tekoşîn û berxwedana jin li hemberî hemû şêwazên tundî û şidetê . em peywendîne nû divekin bi rêxistin û tevgerê jinan re li ser asta rojhilata navîn û cîhanî re . ta dengê jinan bikine yek li hemberî pergala qebtelîzimê.

Back to top button