Arşîv

Bi nêzîkbûna Roja Zarokan re rêxistinên mirovî û yên jinan banga parastina zarokan kir

Daxuyanî li kampa Serêkaniyê bi 3 zimanan hate xwendin. Endamên Rêxistina Sara û rêxistinên civaka sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Endama Komîteya Civakî ya Rojava Gulistan Elî daxuyanî bi zimanê kurdî, endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Xalîde Îsa bi zimanê erebî û endama rêveberiya Rêxistina Sara Nede Melkî bi zimanê îngilizî xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bakurê Sûriyê bûbû stargeha tevahiya koçberên sûrî lê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê, şêniyên herêmên ku koçber pêşwazî kirine, dan koçberkirin, bi taybet piştî êrişên ku bûn sedema koçberbûna zêdetirî 600 hezar sivîlan.
Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Îro di Roja Zarokan a Cîhanê de em li kampa Serêkaniyê ne ku 5 hezar û 572 sivîlên Serêkaniyê ku piraniya wan jin û zarok in, hembêz dike. Ew ji ber şerê dewleta Tirk û hovîtiya komên çekdar ên qaşo bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ji malên xwe koçber bûn, da ku xwe biparêzin.”
Rêxistinan bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bînin cih û şerê li dijî sivîlan rawestînin. Alîkariyên xwarin û tenduristî ji wan re pêşkêş bikin. Ji durûtiyê di dan û standinên bi koçber û penaberên Sûriyê re dûr bikevin û dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bikin. Her wiha vegereke ewle ji koçberên re peyda bikin da ku koçber vegerin malên xwe, zirarên bi wan hatine dabîn bikin, sûcdarên şer û berpirsên wê muhasebe bikin.
Piştî daxuyaniyê rêxistinan diyarî li zarokên kampê belav kirin.
Rêxistinên ku daxuyanî îmze kiriye, ev in: Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan, Rêxistina Şar a Geşepêdanê, Komeleya Aştî û Mirovahiyê, Komeleya Şawîşka ya Jinan, Tora Lîderên Aştiyê, Rêxistina Stêr a Geşepêdanê, Rêxistina Aşna ya Ciwanan, Rêxistina Jiyan Foundation û Rêxistina Ziyan a Mafên Mirovan.

Back to top button