Arşîv

‘Divê rêxistinên hiqûqî û yên jinan êşên jinên ji Sûriyê paşguh nekin’

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê û Meclisa Jina Azad tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Wêneyên Nêrgiz Dawod û Velentîna Erselan û jinên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine kuştin, hildan.
Endama Meclisa Kantonê Sîham Elo bi zimanê erebî û Ofê Bekir bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de çîroka her Xwişkên Mîrabal a sala 1960`î û çawa hatine kuştin û bûn semboleke azadiyê li Domînîkê, hate vegotin. Her wiha hate destnîşankirin ku pergala serdestiya mêran tevahiya cureyên tundiyê li dijî jinan pêk anîne da ku vîna jinan bişikîne û rê nedinê da ku mafên xwe bi temamî pêk bîne.
Jinan da xuyakirin ku jin di aloziya Sûriyê de rastî tevahiya cureyên tundiyê tên, nexasim herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine. Ji ber wê jinan bi rêya daxuyaniyê bang li tevahiya jinên Sûriyê kir ku li ber xwe bidin û tê bikoşin û soza avakirina têkiliyan bi jinên sûrî re da ku her roj bibe roja têkoşîna li dijî tundiyê, da.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên jinan hate kirin da ku ji bêdengiya xwe derkevin û rewşa jinan li Sûriyê di ber çavan re derbas bikin da ku di çareserkirina aloziya Sûriyê de bibe mînak.

Back to top button