Arşîv

DAXUYANIYA KONGRA STAR A 25´Ê MIJDARÊ

Ji hemû jinên ku ji bo demokrasî û azadiyê li ber xwe didin

Em xwişkên Mîrabeal ku di 25´ê Mijdara 1960´î de li Komara Domînîkê dema li dijî dîktatoriya Trîjîllo têkoşiyan bi awayekî hovane hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîrtinin. Di şexsê wan de jinên wêrek û xweşik ku li dijî dîktatoriyên aqilê zilamê serdest, êrîşên hovane, qirkirin û hilweşandin pir alî li ber xwe dane û bi vê yekê ji me re rêya jiyaneke bi rûmet vekirine bi minnetdarî û hurmet bibîrtinin. Her weha jinên ku ji bo rêxistinbûna hevbeş û parastina cewherî ya jinan, li hemû cîhanê li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê û tundiya zilamê serdest û dewletê bê navber li ber xwe didin, fikir û çalakî hildiberînin bi rûmet silav dikin.

Çalakiyên 25´ê Mijdara 2020 tevî qedexe û astengiyên ku ji bo şewba Covîd-19 hatibû danîn, li hemû cîhanê bi çalakiyên jinan yên bi israr û rêxistinkirî hate pêşwazîkirin. Ji xwe em di demeke weha de ne ku li hemû cîhanê tundiya li dijî jinê û polîtîkayên êrîşkar yên li dijî jinê bi awayekî sîstematîk tê meşandin û zêde dibin. Li hemberî vê yekê li her aliyên cîhanê jin ji bo vê şîddetê rawestînin û mafên xwe biparêzin bê hempa li ber xwe didin. Di çalakiyên îsal yên 25´ê Mijdarê de peyama hevbeş ya jinan rêxistinbûn û parastina cewherî bû. Qirkirina jinan ku stratejiya bingehîn ya qirkirina civakê ye, bi şerekî pir alî ya li dijî jinê tê meşandin. Jin li her derên cîhanê di êniyeke gelekî berfireh de û bi çalakiyên fikrî yên her ku diçe kûr dibin têkoşîna xwe didomînin. Weke encama vê têkoşînê, berî demekê Neteweyên Yekbûyî mecbûr ma ku êdî vê rastiyê qebûl bike ku li hemû cîhanê tundiya li dijî jinê gihaştiye asteke şer. Jin di çalakiyên 25´ê Mijdarê yê îsal de bi zanebûna vê haqîqatê careke din destnîşan kirin ku wê heta dawiyê jina azad û jiyana azad biparêzin.

Li her derê cîhanê jin di dema pandemiya Covîd-19 de di nav malê de hîn zêde rastî tundiyê û metîngeriya kedê hatin. Her weha di qada tendûristiyê de ku ji % 70´î ji wan jin in, xebatkarên jin jiyana xwe dixin xeteriyê û di şert û mercên li derveyî tendûristiyê de kar dikin. Her weha li gelek herêmên cîhanê hîn jî jin ji aliyê xizmên xwe yên herî nêzîk ve tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Tevî vê yekê weke Peymana Stenbolê ku berî niha ji bo mafên jinan were parastin û jin ji şîddeta zayendîperestî were parastin hatibû morkirin. gelek peyman tên rawestandin an jî bi hin xalên ku di van peymanan de tên betalkirin nahêlin ku ev peyman bikevin meriyetê. Ev nîşan dide ku dewletên cîhanê di mijara tundiya li dijî jinê de bi stratejiyeke hevbeş tevdigerin. Encex şoreşa jinan ku bi aqil û rexistinbûneke hevbeş pêşbixin dikare pêşî li vê stratejiya hevbeş ya dewletan bigire û pûç bike.

Komkujiya jiyan ku di 23´ê Hezîrana 2020´an de li Helincê ya li Kobanê pêk hat û qirkirina jinan ku li Efrînê rû dide, amadekariya fermana 73. ya li dijî Şengalê ku bi piştgiriya PDK tê meşandin, nîşan da ku hukûmeta faşîst AKP-MHP û Erdogan di şexsê jinên Kurd de li dijî jinên berxwedêr û jinên Rojhilata Navîn ku pêşengiya şoreşa duyemîn ya jinan dikin, dijminahiyê dimeşîne û ji ber li dijî planên wan yên dagirker derdikevin ji van jinan tolê hildide.
Weke jinên Bakûr Rojhilatê Suriyê em bi biryar in ku li hemberî êrîşên ku li dijî welatê me û gelê me rû didin rawestin û van êrîşan bi avakirin û pêşxistina şoreşa jinê pûç bikin. Me bi çalakî û berxwedana xwe ya îsal vê biryardariya xwe nîşan da. Tevî êrîşên dewleta Tirk, em rojane li dijî êrîşên pir alî yên li hemberî jinê jî bê navber li ber xwe didin û têdikoşin. Herêma me hîn jî herêmeke şer e û di serî de dewleta Tirk a dagirker, li vê herêmê gelek hêz bi awayekî berfireh dixwazin jinan bi rêya fihûş, sîxurtî, destdirêjî û maddeyên hişber bixînin û bê nasname bihêlin. Tundiya li dijî jinê, zewaca di temenê piçûk de û xizaniya ku ji ber qeyrana aborî ya giran rû dide û hwd. mijarên ku em rojane li dijî wan têdikoşin. Her weha têkoşîna ku em li Rojhilata Navîn pêş dixin, bi welatê ku em lê dijîn re sînordar nîne. Em di heman demê de li dijî pergala hegemonîk ya giştî û ango zilamtiya hegemonîk li ber xwe didin. Di vê berxwedana me de ya ku herî zêde moral dide me di warê fikrî û çalakiyan de mezinbûna tevgerên azadiyê yên jinên cîhanê ye. Her weha berfirehbûna têkoşîna azadiyê ya jinan û bi taybet jî kûrbûna di nêrîna rêxistinbûna hevbeş û parastina cewherî de hêviyên me û israra me ya têkoşînê mezin dike. Weke hemû jinên cîhanê em jî di têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê de girîngiyê didin rola xwe ya pêşengiyê. Ji ber vê yekê ji bo em zanistiya jina azad pêş bixin, li ser bingeha azadiyê zilam perwerde bikin û veguherînin, her weha malbatê demokratîk bikin, di sala 2021´ê de li hemû qadên xwe em ê xebatên perwerdeyê hîn bi berferehî bimeşînin. Perwerdekirina hemû civakê û li welatê xwe rawestandina tundiya li dijî jinê ji bo sala pêş armancên me yên sereke ne. Bi zanistiya ku hemû tundiya li dijî jinê polîtîk e û bingeha xwe ji îdeolojiya zayendîperestî digire, ji bo armancên xwe yên sala 2021´ê pêk bînin em ê di nav hewldanan de bin. Weke jinên ji Bakûr Rojhilatê Suriyê, em ê dîsa şoreşa xwe ku hêvî dide hemû jinên cîhanê bi israr, dilxwazî û êvîndariyeke mezin bihûnin û pêş bixin. Em hemû jinên ku ji bo pêkanîna vê şoreşê canê xwe danê bi minnetdarî bibîrtînin. Em bang li hemû jinên ku di her kêlî û di her qada jiyanê de têkoşîna azadiyê bê navber didomînin dikin ku, ji bo fermana 73. ya Şengalê rû nede, piştgirî û hêz bidin berxwedana jinên Şengalê.

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR
24/11/2020

Back to top button