Arşîv

Li hemberî cureyên tundiyê di dîrokê de mînakên wekî Jinwarê

Dîrokê li sûcên li dijî jinan ên wekî kuştin, taciz, tecawiz, zewaca bi zorê û di temenê biçûk de, firotin û bikaranîna wekî meta, bêmaf hiştinê şahidî kiriye. Hişmendiya dewletan azadiya jinan tenê di gotinê de hiştiye. Divê dîrokê wiha berdewam nekira. Di sedsala 21’an de li dijî vê çarşefa reş û kefenê koletiyê ku li jinan hatiye ferzkirin, rêber Abdullah Ocalan bi gotina ‘Azadiya jinan azadiya civakê ye’ rûpelek nû ji berxwedan û têkoşîna jinan re vekir. Di aliyê pratîk û şênber de paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi têkbirina taritî û rûreşiya DAIŞ’ê gav bi gav tê xemilandin.
Jin ne hevkarên tundiyê ne. Bi taybet jinên Kurd ku bi hemû cureyên tundiyê re rû bi rû mane, êdî qadên çalakiyan tijî dikin. Ev qad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tijî dibin. Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî bi pêngava ‘Ji qirkirin û dagirkeriyê re na, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin’ dê pêk bên. Wekî her carê dê jin dakevin qadên azadiyê û têkoşîna xwe bixin çavên çavsorên ku ji xwîna jinan têr nabin.
DI 25’Ê MIJDARÊ DE ÇI BÛBÛ?
Li Komara Domînîkê, 3 jinan Tevgera Guherîna Civakî li hemberî dîktatoriya Trujillo ku bi awayekî faşîzane êrişî gel û kedkaran dikir, qebûl nekir û serî hilda. Her sê jin di 25’ê Mijdara 1960’an de hatin kuştin. Di ser kuştina wan re 60 sal derbas bûn. Marîa Teresa, Mînerva Argentîna û Patrîa Mercedes ku li hemberî dîktatoriyê li ber xwe da, wekî “Xwişkên Mîrabel” hatin binavkirin.
Her sê xwişkên li herêma Cîbas a Komarê Domînîkê hatin dinyayê, ji wan Patrîa di Hezîrana 1960’î de Tevgera Clandestîne ava kir. Paşê Mînerva û Marîa Teresa jî tev li vê tevgerê bûn. Dîktatoriya Trujîllo ev yek wek “talûke” dît. Her sê jin di wê têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê de bi çewisandinên dijwar re rû bi rû man û cezayên giran li wan hatin birîn. Lê belê dîktator Trujîllo fêm kir ku jin bi çewisandin û cezayên girtîgehê nayên rayê û di 25’ê Mijdara 1960’î de dest bi îşkencekirina jinan kir. Xwişkên Mîrabel, di vegera girtîgehê de ji aliyê hêzên dîktator Trujîllo bi zorê ji wesayîtên wan hatin daxistin û bi êrişeke zayendî re rû bi rû man. Paşê her sê xwişk hatin kuştin û hat ragihandin ku di qezayeke trafîkê de mirine. Lê belê piştî mirina wan bi salekê ev tevgera li dijî Trujîllo dawî li dîktatoriya wî anî.
Di salvegera 25’ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gundê Jinwar hat vekirin. Li dijî hişmendiya baviksalar û tundiya li ser jinan bersiva herî bilind bû.
BI PARADÎGMAYA JIYANA DEMOKRATÎK, EKOLOJÎK Û AZADIYA JINAN; JINWAR
Razek di navbera jin û jiyanê de heye. Ev sir û raz di têkiliya jin-xweza, jin-hebûn, jin-hevaltî û bi taybet di hezkirina jin-heywanan, jin-zarok, jin-zilaman de her berdewam bûye. Ji destpêka mirovahiyê ve, ev sir di hemû qadên jiyanê de berdewam dike. Carinan eşkere, carinan ne eşkere. Li warên taybet ên jinan ev hin zêdetir derdikeve holê. Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro gund û bajarên jinan hatine avakirin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi derfetên şoreşê re gundekî jinan bi navê Jinwar hate avakirin. Jinwar li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Armanca rêveberiya jinan, hevjiyaneke azad, aboriyeke ekolojîk, rastkirina zanîna dîrokê, civakeke tendurist, hevaltî û hezkirina jinan, ev gund ava bû. Gund li ser bingeha çanda civaka dîrokî hatiye înşakirin. Di 10`ê Adara 2017’an de kevirê destpêkê yê warê jinan hate danîn û heya 25`ê Mijdara 2018`an gundê jinan Jinwar, ji jiyana civakî re deriyê xwe vekir.
Di cîhanê de herêm û warên jinan hene, gundên jinan, têkilî, hevaltî û dostaniya jinan di van waran de gelek cuda û xweser in. Gelo jiyana van jinan ne îlham û çavkaniya veguhertina zîhniyeta zilamtî û jintiyê ye?
JINÊN MOSOU
Li welatê Çînê nêzî sînorê welatê Tîbetê warê jinan ê xweser di dema xwe de deng vedaye. Ev jin bi xweseriya xwe ya jiyanê dijîn. Di nava malbatê de û di nav şêniyên xwe de jin li pêş in. Biryarên xwe yên malbatî, yên têkildarî zarokan û debarê ew didin. Di nava vê jiyana jinan de bav heye lê wek serwerê malbatên niha ne xwedî erk e. Li halê xwe ye. Bi jinan re dijî lê belê bi rêveberiya jinan tev digere. Çanda jiyanê ya dayiksalar e. Jinên vê civakê xurt in. Di nava civaka wan de hilberînên aborî ji aliyê jinan ve bi pêş dikevin. Her wiha di aliyê aborî de xwe muhtacî zilaman nakin. Hêza xwe ya aborî û jiyanê ji bo civaka xwe bi kar tînin û tên guhdarkirin û hezkirin. Aramiya civakî di vê rewşê de berî her tiştî ye. Di nava jinên Mosou de zarokên keçik, pîroz tên dîtin. Di malbatê de heger zarokên keçik tune bin, ew malbat xemgîn dibe. Erka berdewamkirina civakê û pêşengiyê ji dayikê derbasî zarokên keçîn dibin.
Navê warê wan Yongnîng e. Bi zimanê çînî tê wateya “Aramıya bêdawî”. Jin berpirsyarên jiyanê ne. Lê belê ev nayê wateya ku bi zêdehî kar dikin an jî li derveyî civaka xwe ne. Civakê li gorî pîvanên xwe bi rêxistin dikin. Zilam jî karên çandinî û baxçevaniyê dikin. Di vê warê jinan de zewac tune ye. Malên heyî yên jinên temenmezin in. Heger zilam an jî hezkiriyên jinan bixwazin di van malan de bijîn, divê jin jî razî bin û destûrê bidin.
Jin biryara zarokanînê didin. Aboriya jiyanê û derfetên debarê di destê jinan de ye. Ji ber ku jin bi rastiya jiyanê û civakê ve giredayî xwe bi rêxistin dikin. Mafê milkiyet, mîrate, zarokan ji bo jin û zilaman nabe sedema dethilat û serweriyê. Jixwe jin mafên xwe yên jiyanî jî di van aliyan de bi kar naynin. Hemû hêza xwe bi kombûn û komînalbûnê bi kar tînin. Di encamê de şîdet, lêdan, kuştin, destdirêjî jî di nav vê koma jinan de tune ye. Hestên tolhildan, şer, şîdet, hesûdî, nelihevkirin, dewlemendiyê di nava vê civakê de wek hest û nêzkariyên eyb tên dîtin. Zilamên ku bi jinan re di vê civakê de dijîn, gelek keyfxweş in û ji jiyana xwe razî ne. Ev koma civaka jinan di sala 1995’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wek civakeke model hatiye pejirandin.
JINÊN MÎNANGKABAU
Li Endonezyayê girava Sumatrayê ev neteweya jinan bi qasî 4 milyon û nîv e. Malên jîngehê yên jinan in. Nifşê wan ji dayikê derbasî zarok dibe. Her wiha koka jiyanê û civakê dayik e. Dema jin bi zilamekî re dibe hevjîn an jî hevalê jiyanê, zilam ji mala xwe tê mala hevjîna xwe. Mîrate ji dayikê derbasî keçikan dibe. Zilam guh didin jinan û bernameyên jinan pêk tînin. Di dema biryara hevjîniyê de zilam ji mala bavê xwe derbasî mala jinan dibe. Dema zarokên wan çêdibin jî biryarên der barê zarokan de ji aliyê birayê jinan ve yan jî ji aliyê xalê zarokan ve tê dayîn. Ji bo hemû biryarên der barê zarokên kur de xalê wan xwedî maf in û heya zewacê ev maf derbasdar e. Hevberdana jin û zilaman wek bûyereke gelekî xerab tê dîtin. Ji ber vê hevberdan (cudabûn)an jî telaq tune ye. Dema zilam bibêje ez ê hema bidim rê û herim, her tişt bi dawî dibe. Jixwe hevberdan wek bûyera herî xerab tê dîtin. Di dema xwezgîniya zilam de jin qelenq didin. Lê belê ji bo zilaman jî biryar hatiye derxistin. Zilam di hemû jiyana xwe de çi qezenc bike û çi qas mal û milk bigire, ew hemû dibe ya jinan. Di dema hevberdanê de zilam tiştekî nikare bi xwe re bibe.
JINÊN NAVOGÎSÎ
Li Bakurê Awisturalyayê li Papauyê li girava Bouganvîlle dijîn. Tevî pergala dayiksalar, debara jiyanê û xwendin, erkên siyasî jî nava vê civaka jinan de hene. Bi çandiniyê debara xwe dikin. Zilam jî bi piranî karê malê û paqijiyê dikin. Çandinî di nava vê koma jinan de gelekî pîroz e. Ji ber vê heger zilam ji vê çandiniyê xwarina hinek fêkî û şînahiyan red bikin, ev tê wateya hevberdanê û gelek şerm tê dîtin.
Zilamên Sumatrayê dema ji aliyê jinan ve tên berdan, di stargehan de dimînin. Di dema hevjîniyê de jî paşnavê jinan digirin.
JINÊN TUARENG
Ev koma jinan ji çolên Afrîkayê dijî. Di nav vê koma jinan de zarok paşnavên xwe ji dayika xwe digirin. Baweriya wan serbest e. Yên nexwazin pêwîstiya baweriyê pêk bînin, naynin. Bi zilaman re hevjînbûn li gorî daxwaza jinan pêk tê. Dema jin bi zilamekî re bibin hevjîn, divê zilam ji jinan re helbestên xweş binivîsin. Asta xwendin û nivîsandinê û wêje jî li pêş e. Jin bi zimanê xwe zarokên keç perwerde dikin. Dema jin zilam berde, dayika mezin şahiyekê li dar dixe û ji koma xwe re radigihîne. Jinên ku hevjîniyê betal dikin, nakevin bin zehmetî û zextên civaka xwe.
KOMEKE DIN A JINÊN TUAREG
Li herêma de navbera Nîjer, Malî, Burkîna Faso û Lîbyayê de koma Tuareg dijî. Serjimara vê neteweyê nêzî milyon û nîvek e. Navê Tuareg di zimanê erebî de tê gotin ku di wateya gelê ji aliyê Xwedê ve hatiye terikandin. Baweriya wan serbixwe ye û ne li gorî pîvanên civaka îslamî ne. Ji ber vê wek li dijî olê hatine binavkirin. Bi zimanê berberî diaxivin.
Piraniya wan bi çandinî û xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Erkên siyasî, aborî, rêxistinî, dînî hem bi jinan hem jî bi zilaman tên meşandin. Di nava vê civaka dayiksalar de nivîseke taybet a Lîbyaya kevn tê bikaranîn. Navê nivîsa wan Tîfînag e.
Wek çandeke kevn a vê komê, zilam bi destmaleke jinan rûyê xwe dipêçin. Tê zanîn ku adeta serçavgirtinê di çanda jiyana jinan de tê dîtin. Lê belê di vê komê de jin servekirî ne. Zilam serçavên xwe digirin. Ji bo keçik û xortan heman perwerde tê dayîn. Di nav vê civakê de jî zarok paşnavên xwe ji dayika xwe digirin. Pirjinî an jî pirzilamî di çanda wan de tune ye. Ev nêzî hezar salan li vê herêmê ne. Nîv koçber nîv niştecih in. Hejmara wan nêzî mîlyonek û nîv e. Xwe bi navê Îmuhar ên mirovên azad bi nav dikin.
Zilamên ku ne hevjîn bin, nikarin di konên jinan de xwarinê bixwin.
Bi gotina rêber Abdullah Ocalan ‘Şer dike azad dibe, azad dibe, bedew dibe, bedew dibe, tê hezkirin’ ber bi hilweşandina hemû cureyên tundiya li ser jinan.

Back to top button