Civak û çandSiyaset

Li Başûr di salekê de 6 hezar û 500 bûyerên tundiya li dijî jinan pêk hatine

Li gorî daneyên Gerînendetiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Başûrê Kurdistanê, tenê li Hewlêrê 2 hezar û 220 û li Dihokê jî hezar û 614 bûyerên tundiya li dijî jinan hatine tespîtkirin, ku her du bajar di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ne.
Her wiha ji destpêka îsal heta meha Îlonê, li Silêmaniyê hezar û 558, li Germiyanê 589, li Raperînê 278 û li Soranê 179 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin.
Di 9 mehên îsal de, 4 bûyerên kuştinê, 33 bûyerên xweşewitandinê, 51 bûyerên tecawizkirinê pêk hatine û 6 hezar û 317 gilîname hatine tomarkirin.
Gerînendetiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi rêya gerînendetiyên xwe yên li herêmên navborî bûyerên tundiyê belge dike.
Tevî ku 280 rêxistinên jinan hene jî, lê belê ew rêxistin û saziyên hikumetê çareyekê ji bûyerên tundiya li dijî jinan re nabînin.

Back to top button