Arşîv

Salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin

13‘emîn salvegera damezirandina Kongreya Star hate pîrozkirin.

 

Bi boneya 13‘emîn salvegera damezirandina Kongreya Star û bi dûrşmeya “Sala 2018‘an wê bibe sala mezinkirina têkoşînê” jinên herêma Cizîrê bi cil û bergên xwe yên folklorî pîrozbahiyeke li dar xistin. Pîrozbahî li salona Beylesan a navçeya Amûdê hate lidarxistin. Cihê şahiyê bi wêneyên jinên têkoşer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, YPJ û YPG‘ê hatibû xemilandin

 

Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd salvegera damezirandina Kongreya Star pîroz kir û got “Jina li Rojava bû mînaka jina azad, di her aliyan de rêxistina xwe xûrt kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin.”

 

Evîn Siwêd di nava axaftina xwe be bal kişand ser girîngiya avakirina vê rêxistinê û xebata ku li ser asta Bakurê Sûriyeyê daye meşandin û wiha dom kir “Kongreya Star li Bakurê Sûriyeyê destekftiyên mezin bi dest xistin, di serî de jin di nava komîn û meclîsan de bi rêxistin û bi riya koperatîfan taybet ên jinan qada aborî geş kir, her wiha di aliyan de hatin berwerdekirin.”

 

Şahî bi stranên Koma Şehîd Sakîna Cenzîs û xelekên govendan bi dawî bû.

 

Back to top button