Arşîv

ꞌHeta doktoran jî derman jê re peyda nekir, ji ber vê em banga alîkariyê dikinꞌ

ꞌHeta doktoran jî derman jê re peyda nekir, ji ber vê em banga alîkariyê dikinꞌ
Malbata Henadî ya 30 salî bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir, ku alîkariya keça wan bike, da ku wê ji nexweşiya hesasiyetê derman bike.
03 Berfanbar 2020, Pencşem, 09:25 -JIN
183 kez okunmuş. DÊRAZOR-XEDÎCÊ EL-EBDULLAH

Jina ciwan a bi navê Henadî Hesen El-Ferec (30) zehmetiya nexweşiya Ekzîma ku ew jî cureyekî hesasiyeta çerm e, dikişîne. Ev nexweşî li tevahiya laşê Henadî belav bûye.

Henadî di 8 saliya xwe de bi vê nexweşiyê ket. Destpêkê di destê wê yê rastê de hebek derket, paşê li tevahiya laşê wê belav bû. Rojekê Henadî dikeve nav tayê û ji wê rojê û şûn ve porê serê wê û birûyên wê weşiyan. Her wiha laşê wê sor bû û demxe li ser çermê wê derket.

Malbata Henadî destnîşan kir ku wan keça xwe birine cem gelek bijîşkên pispor, lê dîsa jî nekarîn dermanekê jê re peyda bikin û gotin ev cureyek hesasiyeta çermê ye.

Henadî ji şêniyên taxa Cûra ya Dêrazorê ye, malbata wê ji dayik, 3 keç û du bira pêk tê. Birayê wê yê mezin bi malbata xwe ya li herêma Baxozê dijî û yê biçûk jî li bajarokê El-Sûsê tev li dayik û xwişka xwe Henadî re dimîne. Bavê Henadî ji 5 salan ve miriye.

Bi destpêkirina êrişên hinek koman û hikumeta Şamê li ser bajêr sala 2012`an, malbata Henadî neçar dimîne ji mala xwe derkeve û ber bi bajarokê Sûse ve yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê koçber bibin. Ji wê demê ve li wir dimînin.

Diya Henadî Şemsê Şihadê El-Elî têkildarî rewşa Henadî axivî û got ku rewşa Henadî ne baş e. Rojane derziyên êşbirê distîne, da ku nefesê bikişîne, nikare ne rabe û ne jî biaxiveDayîka Henadî wiha domand: “Ez li dikana zebzeyan û komkirina miluxiyê dixebitim, da ku buhaya derziya keça xwe peyda bikim. Beriya niha nirxê derziyê 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû, lê niha bûye deh hezar.”

Şemsê destnîşan kir ku beriya 4 salan wan keça xwe biriye nexweşxaneya Dêrazorê, lê Henadî tu sûd negirtiye, paşê biriye nexweşxaneyên Şamê, lê ber ku nikarîn lêçûnên dermankirinê bidin û ji ber ku bijîşk nikarî nexweşiya wê nas bikin, ew neçar mane ku Henadî ji nexweşxaneyê derxînin.

Henadî ji beriya 22 salan di vê rewşê de ye, geh li bajarokê Sûsê dimîne û geh jî li Baxozê bi dayik û birayên xwe re dimîne.

Şemsê dayîka Henadî diyar kir ku her çi qasî rewşa Henadî kambax e, lê her rûyê wê li ken e û vîna wê xurt e.

Di dawiyê de Şemsê Şihadê El-Elî bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariya keça wê bikin û derman jê re peyda bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27