Civak û çandGotar û hevpeyvîn

Pêwist e her jinek bibe hêza çareseriyê

Mamosteya Derûniyê Macda Emîn têkildarî jinên ku dawî li jiyana xwe tînin û tên qetilkirin axivî. Macdayê diyar kir ku têkoşîna jinê ya hevpar girîng e û wiha got:”Ji bo dawî li komkujî û xwekuştina jinan were divê di nava civakê de guhertin û veguhertin were çêkirin û jin li hember hişmendiya baviksalarî têbikoşe.”

Aloziya ku li Sûriyeyê rû da bû sedem gelek jin bi bûyerên tundiyê re rû bi rû bimînin. Bi pêşketina zîhniyeta serwer ê mêrê serdest ku tu bû sedema ku gelek jin ji neçarî dawî li jiyana xwe bînin. Bûyerên ku diqewimin jî piraniya wê têkildarî rewşa aborî, civakî û malbatî ne. Têkildarî mijarê Mamosteya Derûniyê Macda Emîn nerîna xwe parve kir.

‘Ji bo her pirsgirêkekê çareserî heye’

Macdayê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser xwekuştinê û wiha got: “Gelek sedemên xwekuştinê hene. Ji wan hinek derûnî, madî, civakî ye. Her wiha herî zêde kuştin û qetilkirin di şer de rû didin. Niha herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin lê gelek kuştin derdikeve pêş û bi taybet jin di wan herêman de tên qetilkirin. Di kesayeta jinê de hovîtî tune ye. Jin-dayik aşîtîxwaz e, dema kuştin ango komkujiyan li ber çavên xwe dibîne digihêje asta xwekuştinê. Her wiha dema dayik mal û milkê xwe winda dike digihêje asta koçberiyê. Elbet çareseriya van pirsgirêkan heye, loma pêwist nake ku mirov jiyana xwe ji bo pirsgirêkan bi dawî bike. Divê em jin bi hev re têbikoşin û ji bo em bijîn em li berxwe bidin.”

‘Pêwist e her jinek hêza çareseriyê ava bike’

Macdayê diyar kir ku ew ji bo pêşî li xwekuştinê bînin semîner û civînan li dar dixînin û wiha domand: “Di nava civakê de ya herî zêde dawî li jiyana xwe tîne jin e, elbet sedemên wê hene, ji ber zexta kevneşopiya civakê li ser jinê heye gelek carî jin dawî li jiyana xwe tînin. Di roja îro de em dibînin herî zêde jinên temenciwan dawî li jiyana xwe tînin. Ji bo dawî li xwekuştinê were divê di nava civakê de guhertin û veguhertin were çêkirin û jin li hember hişmendiya baviksalarî têbikoşe. Em jî dixwazin bi rêya civîn û semîneran jinan zane bikin û baweriyekê di dilê wan de ava bikin ku bikaribe bibe hêza çareseriyê.”

‘Hevjiyana azad rê li ber xwekuştinê digire’

Macdayê bal kişand ser kevneşopiyên civakê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Kevneşopiyên civakê yên ku li ser jinê hatiye ferzkirin ew bûye sedem ku jin bigihêje asta xwekuştinê ango were qetilkirin. Dema jinek di temenê biçûk de tê zewicandin, ji xwendin û rêhevalên xwe qut dibe, weke amûrekê di malê de tê bikaranîn, ev yek jî dihêle ku jin bigihêje asta xwekuştinê. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê qeyranê bigirin, jin û civakê jê xelas bikin pêwist e civak li ser esasê hevjiyana azad were perwerdekirin. Perwerdeya hevjiyana azad ne tenê ji bo jinan pêwist e divê jin û mêr bi hev re bibînin da ku guhertinek baş di nava civakê de were bidestxistin.”

‘Bêdengiyê bişkînin û xwedî li koçberan derkevin’

Macdayê herî dawî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û wiha bi dawî kir: “Di êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn û di nava şert û mercên herî giran de dijîn. Ev yek jî dibe sedem ku mirov dawî li jiyana xwe bînin. Loma em dagirkeriya dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û bang li Rêxistinên Navneteweyî dikin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û xwedî li koçberan derkevin da ku vegerin malên xwe û dagirkeriyê jî têk bibin.”

Back to top button