Arşîv

Hemleya Meclisa Jinan a Şehbayê ya komkirina îmzeyan ji bo rakirina tecrîdê, bi dawî bû

Meclisa Jinan a kantona Şehbayê di 8’ê Cotmehê de hemleya komkirina îmzeyan ji bo piştgiriya hemleya KCK’ê û Tevgera Jinên Kurdistanê ku banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin.
Îro bi rêya daxuyaniyekê ku li navenda meclisê li navçeya Fafînê bi beşdarbûna jinên kantona Şehbayê, hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bû. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek jinên Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe û li ser bingeha hemleya ku vê dawiyê KCK`ê bi dirûşma “Êdî bes e ji tecrîdê û dagirkeriya faşîst re, dem dema azadiyê ye” û hemleya Tevgera Jinên Kurdistanê ya bi dirûşma “Parastina jinan, parastina civakê ye” ew tev li hemleyê bûn û îro hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bû.
.
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ku hemû pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen beşdarî hemleyê bûn û nerazîbûna xwe li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan anîn ziman.
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya rêxistinên navneteweyî hate kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bikevin nava tevgerê.

Back to top button