Arşîv

Jinên ciwan destdirêjiya li Batmanê ya dijî zarokekê şermezar kir

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina destavêtina endamên hikumeta Tirk ya li ser zarokeke keç a 15 salî ya li gundê Kercewsê yê Batmanê ya Bakurê Kurdistanê pêk hatibû, li ber goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê kom bûn.
Berdeveka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Dilê Berkel daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin “Li seranserî cîhanê tundiya li ser jinan kêlî bi kêlî zêdetir dibe, dewletên desthilat ên xwedî hişmendiyeke mêrdestî bi sedê salan e ku siyaseta qirkirin û çewisandina vîna jina Kurd û cîhanê dimeşîne. Lê ew nikarin bi van êrişan îradeya jinên berxwedêr bişkînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî planan hate kirin û wiha dewam kirin:”Em bang li tevahiya jinên ciwan dikin ku li hemberî planên hovane yên li dijî tundiya li ser jinan, asta têkoşîna xwe bilind bikin.”

Back to top button