Arşîv

Kongreya Star jinên ku ji destpêkê ve di nava kongre de dixebitin xelat kirin

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê diyarî pêşkêşî endamên xwe yên ku ji destpêka damezirandina kongere ve dixebitin, kir.

 

Bi boneya salvegera 13‘an a damezirandina Kongreya Star, şaxê rêxistnê li kantona Kobanê pirtûka Hefîdet Eştar (Nefiya Eştar) û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî jinên ku ji destpêka damezirandinê ve di nava rêxistinê de kar dikin, kirin.

 

Kongreya Star wekî îro sala 2005‘an bi navê Yekîtiya Star li Rojavayê Kurdistanê hate damezirandin û di 26‘ê Sibata 2016‘an de di kongreyeke deli bajaroka Rimêlan navê xwe veguherî Kongreya Star.

 

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê bi armanca ku jinên ku ji destpêka damezirandinê heta niha di nava rêxistinê de dixebitin xelat bikin, civîneke li avahiya Kongreyê li dar xist.

 

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêzgirtin pêk hat. Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Semîra Ehmed salvgera damezirandina kongre li  jinan pîroz kir û wekî gaveke dîrokî bi nav kir.

 

Semîra Ehmed di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku di çarçoveya xebatên kongrê de bi hezaran jin di her qadan de hatin birêxistinkirin û perwerdekirin û di civakê de bûne xwedî roleke pêşeng.

 

Endama Kongreya Star Semîra Ehmed bang li hemû jinan ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkes, Ermen û Tirkumen kirk u xwe di nava Kongreya Star de xwe bi rêxistin bikin û got ku Kongreya Star nasnameya hemû jinan e.

 

Di dawiya civînê de pirtûka Hefîdet Eştar (Nefiya Eştar) a nivîskar Ronak Mûrad û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî 25 jinên ku ji destpêkê di nava rêxistina kongreyê de kar dikin, hate kirin.

 

 

Back to top button