Siyaset

Çalakgerên greva birçîbûnê: Ger jiyaneke azad hebe dê bi rêber Apo re be

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclisa Îştar, li dijî tecrîda li Îmraliyê û ji bo piştgirîdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyê, îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kir. Koma yekem a çalakiyê ji deh jinan pêk tê. Wê çalakiya koma yekem a grevê li Saziya Malbatên Şehîdan 2 rojan dom bike.
Merasîma ji bo destpêkirina çalakiyê bi tevlêbûna bi dehan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê di kesayeta şehîdê çapemaniya azad Rizgar Denîz de ji bo tevahiya şehîdên Tevgera Azadiyê dest pê kir.

Destpêkê li ser navê çalakvanan Fedîle Tok axivî. Tok berxwedana li girtîgehan silav kir û got: “Dijminê Kurdan dixwaze bi tecrîdkirina rêber Apo îradeya gelê Kurd bişikîne, lê belê îro gelê Kurd ev pîlana dijmin pûç kiriye. Wek gelê Kurd, me her tim gotiye; ger jiyaneke azad hebe wê bi rêber Apo re be. Niha zindanî ji bo îradeya gelê Kurd û ji bo nasnameya xwe di çalakiya greva birçibûnê de ne. Ev serbilindiyek herî mezin e ku em dikarin li her qadê bi berxwedanê dijmin têk bibin. Pêwîst e dijminê me baş bizane, gelê Kurd bi girtin û îşkenceyê dest ji berxwedana xwe bernade, berevajî gelê Kurd hîn bi hêz dibe. Niha em dibînin hevalên me yên li girtîgehan barê rûmetê hilgirtiye ser milê xwe. Di nava çar dîwaran de, ruxmî ku ew qas nexweşiyên wan hene jî, dest ji parastina rûmetê bernadin. Em wek jinên Mexmûrê vê berxwedana wan pîroz dibînin û di aliyê fizîkî de jî em ê piştgiriya wan bikin. Heyfe ku niha kaniya zanistê rêber Apo di nava çar dîwaran de bê girtin, pêwîst e gelê Kurd êdî rabe ser piyan û rêber Apo azad bike. Wek gelê Mexmûrê û bi taybetî wek gelê Kurd êdî dem hatiye ku em deriyê girtîgehan bişikînin û rûmeta xwe azad bikin.”
Piştî axaftina Fadîle Tok merasîm bi dirûşmên “Bijî rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî pêngava KCK’ê” bi dawî bû.

Back to top button