Civak û çand

Kongreya Star komxebatek li Dêrikê li dar xist

Kongreya Star a herêma Dêrikê bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên civakî yên girêdayî jinan, mîna zewaca di temenê biçûk de, xwekuştin û pirjinanî û rêbazên çareserkirinê, komxebatek li xwaringeha Çerçela li dar xist. Endamên Kongreya Star û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê mijarên zewaca di temenê biçûk de û pirjinanî hatin nîqaşkirin. Hate gotin divê diyardeya zewaca di temenê biçûk de were bidawîkirin û bal hat kişandin ser bandorên fîzîk, tenduristî yên li ser jinan û civakî yên zewaca di temenê biçûk de.

Beşdaran îşaret bi şerê taybet û şerê çekdar ku li gelemperiya herêmê diqewime kirin. Hate gotin şer bandoreke neyinî li civakê kir û encamê de zewaca di temenê biçûk de, tundiya li ser jinan zêde bû. Her wiha hate gotin ku ji ber rêgirtina li ber tundiyê û van diyardeyan perwerdekirin û hişyarkirina civakê pêwîst in.

Komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan; xurtkirina rêxistinkirina jinan, pêkanîna qanûnên girêdayî jinan di civakî de, belavkirina metoda hevjiyana azad li hemberî zihniyeta zayendperest û modernîteya kapîtalîstê.

Back to top button