Siyaset

`Armanca dewleta Tirk ji girtina Leyla Guven şikandina vîna jina azad e`

Dewleta Tirk dijî hevseroka KCD’ê Leyla Guven cezayê 22 sal û 3 meh girtîgeh birî.

Têkildarî mijara girtina Leyla Guven, endama Koordînasyona Kongreya Star Rîha Loqo got:” Dewleta Tirk bi girtina siyasetmedar Leyla Guven a ku banga mafên jinan dike û ji bo pêkanîna edaleta civakî dixebite, armanc dike ku vîna jinên azad ên birêxistin û perwerdekirî, ku ji bo mafên jinan têkdikoşin bişkîne.

Rîhan Loqo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku  xwe wek dewletek demokrat nîşan bide, lê belê sûcên wê berûvajî vê yekê îsbat dike û rastiya wê radixe ber çavan.

Rîhan Loqo eşkere kir ku dewleta Tirk kesayetên têkoşer wek Leyla Guven ku banga mafên jinan dikin, ji bo xwe xeter dibîne.

Rîhan Loqo bang li tevahiya jinên Kurd kir ku asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, her wiha destnîşan kir ku pêwîste rêya Leyla Guven bişopînin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên hiqûqî û bi taybet dadgehên navnetewî kir ku helwestekê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar, rojnemavan û perlementeran nîşan bide.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27