Arşîv

Li Helebê salvegera damezrandina Kongreya Star hate pîrozkirin

Bi diruşmeya ‘‘ Jina azad, ber bi Sûriyeke demokratîk û azad ve ‘‘bi sedan jinên ji hemû pêkhateyan ên bajarê Helebê, 13. Salvegera damezrandina Kongreya Star pîroz kirin.

 

Kongreya Star a bajarê Helebê, bi boneya 13. Salvegera damezrandina Kongreya Star pîrozbahiyek li dar xist. Pîrozbahî, li hola Şêxmeqsûd a nû ya herêma Şeqîfê,  hate lidarxistin. hola civînê bi wêneyên pakrewanan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatibû xemilandin.

 

Endamên Kongreya Star, meclîsên herêmî, saziyên sivîl, şervanên YPJ‘ê, Hêzên Asayîşa Jin, HPC-Jin û bi sedan jinên taxên rojhilatyê Helebê, Eşrefiyê, Benî Zêd û Şêx Meqsûd amade bûn.

 

Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamên rêveber ên Kongreya Star Fatima Hesen û Hêvîn Silêman û fermandara YPJ‘ê Nûjîn Dêrik axivîn û 13. Salvegera damezrandina Kongreya Star li beşdaran pîroz kirin.

Axaftivanan, destnîşan kirin ku jina Bakurê Sûriyeyê dikarîbû  muhra xwe li şoreşê bide û bi vîna xwe ya azad ku ji ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan digire di her qadan de xwedî cihekê taybet be.”

 

Di axafitnan de her wiha hate gotin ku armancên sereke yên Kongreya Star rizgarkirina jinan ji koletiyê ye û misogerkirina mafên wan. Hate destnîşankirin ku rêxisitna Kongreya Star di nava çend salên dawî de bi hezaran jinên Bakurê Sûriyeyê bi rêxistin bikin, jinên Bakurê Sûriyêye bûne mînak û pêşeng.

 

Piştî axaftinan komên çand û hunerê stran û dîlan pêşkêş kirin.

 

Pîrozbahî bi dirûşmên  silavkirina berxwedana jin û azadiya Ocalan bi dawî bû.

hlb-sahi-ji-bo-salvegera-kongira-star-li-heleb-11-300x169  hlb-sahi-ji-bo-salvegera-kongira-star-li-heleb-9-300x169 hlb-sahi-ji-bo-salvegera-kongira-star-li-heleb-8-300x169hlb-sahi-ji-bo-salvegera-kongira-star-li-heleb-12-300x169

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27