Arşîv

Daxuyanî ji bo dawîkirina kampaniya (JI QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ NA , EM Ê JIN Û JIYANÊ BIPARÊZIN )

DAXUYANÎ JI BO RAYA GÎŞTÎ:
Di nav bûyerên ku cîhan jiyan dike de û li ser tevahî astên siyasî , leşgerî û ewlekariyê de , guhertin û veguhertinên ku şoreşa jinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê de çêkirin , serkeftin û destkeftiyên giranbuha di tevahî aliyan de hatin bidestxistin û di serî de têkoşîna li hemberî zêhniyeta baviksalar û desthilatdariyê , herwiha misogerkirina mafên jinan di hevpeymana civakî de , bi taybet girêdayî sîstema hevserokatiyê ku tê de temsîliyeta jin ji 100 î/ 50 ye ku pir dewletên bi navê demokrasiyê bang dikin hatin derbas kirin .Di heman demê de şoreş veguherî îlham , sirûş û sembol ji bo rizgariya tevahî jinên cîhanê. Li ser bingeha mîrate û destkeftiyên ku jinê qezenkirine û ji bo misogerkirina berdewamiya mafên jin di Sûrya Pêşerojê de :
30 dezgeh , sazî û rêxistinên jinan hemleyek destpêkirin di bin silogana (JI QIRKIRIN Û DAGIRKERIYÊ NA , EM Ê JIN Û JIYANÊ BIPARÊZIN )
Hemle ji 8 ê meha nehan 2020 an ta 11ê meha 1an di 2021an li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê berdewam kir.
Armanca hemleyê şermezarkirin û aşkerekirina kiryarên dewleta Turk û çeteyên wê di herêmên ku ji axa me dagirkirine de , ew kiryarên ku gihaştine asta herî bilind ji destdirêjiya li ser xweza , dar , kevir û mirov . Yên ku herî zêde ji van kiryarên derexlaqî ziyan dîtin jin û zarok bûn. Dagirkeriyê li van deveran hemû zagonên navdewletî bibpêkirin û guhertinên demografîk , xirakirina şûnwarên dîrokî û berovajîkirina rastiyan pêk anîn .
Di hundirê vê hemleyê de adaeya jinê ew bû berdewamiya xebatê û bilindirina asta têkoşîna li hemberî van kiryaran û aşkerekirina wan ji cîhanê re.
Ji ber ku ev kiryar li derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne.
Girîngtirîn xebat û çalakiyên ku di hundirê vê hemleyê de hatin li darxistin ev in:
30 panêlên diyalogî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê hatin li dar xistin li ser hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê .
Herwiha sê panel li ser programa zoomê bi tevlêbûneke mezin ji tevahî jinên ji derveyî welat . Mijarên panêlan ev bûn .1 Diyaloga Kurdî Kurdî.2.Tundî li welatên Ereban .3. Dagirkeriya dewleta Turk .
Bernameya komkirina îmzeyan ji bo aşkerekirina kiryarên dewleta Turk û çeteyên wê û piştgiriya yekîneyên parastina jin YPJ bi tevlêbûna 368 kesayet û 231 rêxistin an.
Ragihandina insiyatîfa jin ku ji 34 rêxistin û dezgehên jin li ser asta Rojhilata Navîn , Bakurê Efrîqiyayê û Mexribê pêk hat di dîroka salvegera şehadeta Ş. Hevrîn Xelef de dest pê kir 12 .10 .2020 bi daxuyaniyeke fermî hate ragihandin .
Amedekirina dosyayên belgekirî ku tê de kiryarên dewleta Turk û çeteyên wê , destdirêjiya wan ya li ser jinê hat aşkerekirin li ser vî bingehî şandina belgeyên Komkujiya Helincê ji alêyên peywendîdar re , hîna jî kar li ser hin dosyayên din jî tê kirin ,dê di demên pêş de werin ragihandin .
400 broşor hatin belavkirin ji bo danasîna binpêkirin , kiryarên dewleta Turk û çeteyên wê ve .
Bi dehan beşdarbûn ji bo bernameyên TV , robirtac û bi riya malperên civakî li ser rola dagirkeriyê di kolekirin û tundiya li ser jinê de .
Sînevîzyon hate pêşkêşkirin li herdu kampan Waşo Kanî û Serdem li ser koçberî û tundiya ku li ser jinê pêk tê.
Hejmarek çalakî li kampên Bakur û Rojhilatê Sûryayê bi boneya roja Zarokan Ya Cîhanî hatin li darxistin û rêbazên parastina zarokan bi taybet di demên şeran de , herwiha hin çalakî ji bo coş û kêfxweşiya zarokan hatin çêkirin û diyarî hatin belavkirin.
Meşên gelêrî li gîştî bajar û navçeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê hatin çêkirin bi boneya Roja Têkoşîna li hember tundiya li ser jinê , daxwaza bi dawîkirina tundiyê û dadgehkirina gunebaran hate kirin .
Navenda lêkolîn û parastina mafên jin li Sûryayê hin dosyayên li ser kiryarên dewleta Turk di der barê jin de aşkere kirin ji wan : 88 kuştin e , 140 revandin e , 497 tundî û ziyan e her wiha Meclisa Edaleta Jin 56 kuştin , 23 tecawiz , 26 jî xweştin , 11 revand , 24 destdirêjî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê bi belge , nav û video ji tevahî sazî û rêxistinên mafê mirovan û hiqûqnasên jin re hatin rêkirin .
Her wiha bi dehan spasname ji rêxistinên jinan yên ku piştgirî dan hemleya me hatin rêkirin .
Li hemberî wê bi dehan nameyên bîrozbahiyê ji bo 8 emîn Kongreya Kongra Star ku tê de piştgiriya xwe nîşan dan hatin girtin .her wiha hejmarek çalakî ji aliyê sazî û rêxistinên jin de çêbûn.
Encamname : Encamnameya xebat û çalakiyan diyar kir ku berdewamiya dagirkeriya dewleta Turk û çeteyên wê bingehek ji destdirêjî , şideta li ser jin û kolekirina wê û di heman demê de gefxwarin ji şoreşa jinê re û têkbirina destkeftiyên wê , her wiha gef xwarin ji bo ewlekarî û istiqrariya jin ya hundirîn , derveyî .
Ji bo ku em bikaribin destkeftiyên jin biparêzim û istîqrara wê misoger bikin , jiyaneke bi rûmet ji jinê re mayînde bikin , em ê bi ruhê jina berxwedêr xebatên xwe berdewam bikin û li ser xeta şehîdên xwe bi semboliya 8 ê Adarê ku Roja Jinê Ya cîhanî ye . Ku em bikaribin tê de zêhniyeta baviksalariyê biguherînin bi riya lidarxistina van çalakiyan û berdewamkirina belgekirina van kiryaran heta dawîkirina dagirkeriyê , bi ragihandina hemleya duyemîn ku dê ji 17 yî mehaÇile ta 17 yî meha Nîsanê dewam bike ,dê bernameya hemleyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bê ragihandin .
KOMÎTEYA AMADEKAR YA ÇALAKIYÊN JIN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRYAYÊ
11.01.2021
Back to top button