Arşîv

Salvegera damezirandina Kongreya Star li Şehbayê hate pîrozkirin

‎‏
Bi dehan jinên herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tev li xwendina daxuyaniyê bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hildan.
Endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo daxuyanî xwend. Di destêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em salvebera 16`an a damezirandina Kongreya Star li tevahiya jinên cîhanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û jinên berxwedêr ên di girtîgehên Tirkiyê de û li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kongreya Star di dirêjahiya 15 salan de xwe gihand tevahiya jinan li Rojava, ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û ji zîhniyeta mêran rizgarkirî, jin bi rêxistin kirin
Back to top button