Gotar û hevpeyvîn

Însiyatîfeke jinan ji 34 rêxistin û tevgerên jinan ên li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê hate ragihandin.

Bi armanca eşkerekirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan û sivîlan nexasim li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, Kongreya Star di 9`ê Mijdara derbasbûyî de bi hevkariya rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava “Na ji dagirkirin û qirkirinê re bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” ragihand . Pêngav heta 9`ê vê Çileyê berdewam kir.

30 RÊXISTINÊN JINAN BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BÛN

30 rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêngavê bûn û ew jî wiha ne; Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Yekitiya Jinên Suryan, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jin a MSD, Nivîsgeha Jin a TEV-DEM, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Tora Fermandarên Jin ên Aştiyê, Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan a Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan, Rêxistina Esnafan a Geşkirinê, Rêxistina Yasmîn, Komeleya Sawişka ya Jinan,  Rêxistina Aşna ya Geşkirinê, Rêxistina Firat a Alîkarî û Geşkirinê, Navenda Edil a Mafên Mirovan, Komeleya Dicle ya Parastina Ekolojiya, Navenda Belsem a PerwerdeyaTenduristiyê, Komeleya Şemal a Xêrxwaziyê ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Cezîrê ya Geşkirinê, Rêxistina Erd El-Selam, Rêxistina Kobanê ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Hêvî ya Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Soz a Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Eta Baxoz a Geşkirinê, Rêxistina Sewaid a Geşkirinê ya li Şîfa ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê, Rêxistina Multeqa Nehreyîn, Rêxistina Dan a Alîkarî û Geşkirinê, Rêxistina Terahim a Geşkirinê, Rêxistina Doz a Civaka Sivîl, Komeleya Bukra Ehla ya Alîkarî û Geşkirinê, Komeleya Maya û Komeleya Nûrcan a Xêrxwaziyê ya li Amûdê.

ÇALAKIYÊN PÊNGAVÊ YÊN 3 MEHAN

Di çarçoveya pêngavê de, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çalakiyên taybet bi jinan û ên hevbeş hatin lidarxistin. Xwepêşandan hatin lidarxistin, semîner hatin dayîn, sûcên li dijî jinan bi awayekî qanûnî hatin belgekirin, wekî sûcê şehîdxistina siyasetmedar Hevrîn Xelef, Yadê Aqîde û hersê jinên çalakvan Zehra Berkel, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl  û ji aliyên têkildar ên navneteweyî re hatin şandin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan bi wêne, dîmen û navan belge kirin û pêşkêşî sazî û rêxistinên hiqûqî, mirovî û yên jinan kirin. Hejmara sûcên ku hatine belgekirin ev e: 88 sûcên qetilkirinê, 140 sûcên revandin û 497  sûcên tundiyê.

Di çarçoveya pêngavê de li kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tiwênayê ya Hesekê û kampa Serdem a li kantona Şehbayê der barê tundiya li ser jinan de belgefilimek hate pêşandan.

Her wiha têkildarî tundiyê 30 panel hatin lidarxistin, têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, tundiya li dewletên ereban tê meşandin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi rêya bernameya ZOOM`ê û bi beşdariya jinên ji derve 3 panel hatin lidarxistin.

Însiyatîfeke jinan ji 34 rêxistin û tevgerên jinan ên li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê hate ragihandin.

Back to top button