Arşîv

Daxwiyanî ji bo salvegera Efrîn

JI BO RAYA GÎŞTÎ:

Piştî sê salan  ji  êrîş û dagirkeriya li ser herêma Efrînê  ku ji alî welatî û gelê wê ve berxwedaniyeke bêhempa hate nîşandan  , li hemberî hemû tang û top û balafirên dagirkeriya dewleta Turk li berxwedan . Vê berxwedaniyê ji gundên li ber sînoran destpêkir ta ku gihîşt nava bajar 58 rojan berxwedaneke dîrokî meşand. Destanên qehremanî û dîrokî nivîsandin û mînakên wê jî berxwedaniya Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê bû , Dewleta Turk bêyî bikaranîna çekên giran û balafiran nekarîbûn ku Efrînê dagir bikin.Bi êrîşên xwe yên hewayî û erdî bi hev re Efrîn dorpêc kir , herwiha  bi perwerdekirin û şandina bi dehhezaran çeteyên cîhadîst yên  bi navê artêşa azad tên binavkirin . Li pêş çavê tevahî hêzên navnetewî  ev hovîtiî hate kirin. Di vir de berjewendiyên dewletan xwe avêtin nav , gelek peyman û itîfaq li ser parçekirina hin deveran ji  axa Sûryayê hatin çêkirin, li ser hesabê gelê Sûryayê ku ev gel herî zêde ziyan dît , neçarî koçberiyê hate kirin . Rastî  hemû rengên êrîşan hatin ,ji dizî, desteserkirin , xwînrijandin , kiryarên şer , hilweşandina şûnwarên dîrokî , birîna daran , guhertina demografîk û qedexeya Zimanê kurdî , bi darê zorê  Zimanê Tirkî dan xwendin. Hatibû zanîn herêma beriya dagirkeriyê herî zêde tê de aramî  û ewlehî hebû Efrîn bû . ku tevahî koçberên Sûryayê yên ku di encama şeran de koçber bûn berê  xwe didan Efrînê . Efrîn bi cudahiya xwe ya çandî û jiyana hevbeş navdar bû .Pirojeya Rêvebiriya xweser tekane riya çareseriyê bû ku Sûriya Ji bo dawiyê li nijadperestiyî, Olperestî ,mezhebcitî û nijadperestiyê bîne . Ji ber vê dewleta Turk bi hemû rê û rêbazan hewl da dawiyê li pirojiya jiyana hevbeş û demokratîk bîne li herêmê.Ji ber ku ev piroje xeterî ye li ser pergalên  desthilatdar û dîktator .Dewleta Turk bi destwerdan û hovîtiya xwe rûyê  xwe yê rast aşkere kir piştî  têkbirina Daîşê li ser destê şervanên  QSD ê, YPGê YPJ ê hate zanîn ku nûnerê herî bilind yê Daiş e û dixwaze destkeftiyên şoreşa me tune bike .  Dewleta Turk bi van kiryaran jî bes nebû ,lê belê  ji bo armanca xwe ya têkbirina xweseriya demokratîk were bicihanîn , êrîşên xwe  li ser herêmên wekû  Girê Spî , Serê Kaniyê û niha jî bê navber êrîşî Til Temir  ,Zirgan ,Şehba û Eyn îsa dike . Ev êrîş li ber çavê tevahî cîhanê , Saziyên hiqûqî û mafê mirovan pêk hatin û ev hêz  bûn tamaşevan ji van êrîşan re .

Em van hêzên navnetewî  şermezar dikin ku bi vê bêdengiya xwe destek dide  kiryarên dagirkeriyê û qirkirina çandî , siyasî û guhetina demografîk  ,koçberiya bi darê zorê  ku di derheqê gelê Efrînê de  tê kirin û kiryarên ku rojane tên kirin di der heqê welatiyan de  , her wiha hîna gefên dagirkeriyê li ser herêmên dîtir jî berdewam in .Ji bo vê yekê bangewaziya me ji bo tevahî hêzên navnetewî û hiqûqî heye ku bi erkê xwe yê mirovî rabin dawî li dagirkeriya Efrînê bê kirin û ewlekariya  Efrînê were misogerkirin . Em weke rêxistina Kongra Star soz didin ku em ê asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin ta ku em Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî rizgar bikin ,destkeftiyên Şoreşê û ewlehiya Rojava  biparêzin û ta pêkanîna pirojeya netewa demokratîk  û jiyana hevbeş ji bo tevahî pêkhateyên herêmê,  em ê li ser piyan bin û xeta şehîdan bişopînin.

koordînasiyona Kongra Star

  1. 01.2021
Back to top button