Gotar û hevpeyvînSiyaset

Bêrîvan Xalid: Jinan mohreke diyarker li Rêveberiya Xweser xist

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid di hevpeyvînekê de ligel ANHA’yê xebatên du salan ên jinan di Rêveberiya Xweser de nirxandin. Bêrîvan Xalid îşaret bi rola jinan di Rêveberiya Xweser de û zehmetiyên ku kişandin kir. Her wiha diyar kir ku jinan bi beşdarbûna xwe ya çalak di navenda biryarê de mohra xwe li Rêveberiya Xweser xist.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Jinan çawa xwe di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rêxistin kir, hûn asta jinan di 2 salên avabûna rêveberiyê de çawa dinirxînin?

Jinan di nav Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiyên xweser û yên sivîl de di hemû qadên siyasî, leşkerî û aborî de roleke sereke lîstin û di aliyê rêveberiyê de roleke pêşeng girtin.

Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser ve ji herêma Cizîrê, Efrînê, Firatê û heta Rêveberiyên Sivîl ên Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazorê, jinan xwe di nav rêveberiyê de bi rêxistin kir.

Ev rêxitinbûn li ser asta hevserokatiyê di hemû deste, nivîsgeh û komîteyan de û li ser asta nûnertiyê di bin navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk hat.

Beşdarbûna jinan di Rêveberiya Xweser de çi da guhertin û çi lê zêde kir?

Bi giştî jinan mohreke diyarker li rêveberiyê xist, di hemû aliyên rêveberî û rêxistinî de beşdarbûneke jinan a erênî  û çalak heye. Di beşdarbûna wê di hevserokatiyê de jî astengî û zehmetî li pêşiya wê hene. Ji ber ku di civaka me de jin ji ber zihniyeta baviksalarî azaran dikişînin, ku rola jinan di asta hevserokatiyê, nûnertiyê û li navendên biryarê û berpirsiriyarê de qebûl nakin.

Helbet, jin parçeyekî civakê ye û beşekî mezin ji civakê temsîl dike. Jinan gelek zehmetî kişandin. Di sala 2020`î de wekî beşên din ên civakê, jinan jî zehemtî dîtin, lê belê azarên wan zêdetir bûn. Tevî astengî, zehemtî û rexneyan jî, jin xwedî roleke girîng bûn û mohra xwe li hemû qadên jiyanê xistin. Bi saya perspektîfan û girêdana jinan bi cewherê xwe ve, her wiha bi ruhê berpirsiyariyê li hemberî parastina destkeftiyan û parastina vê projeyê (ku berpirsa yekê ya parastina deskeftiyên vê projeyê û parastina destkeftiyên jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye), jinan roleke erênî di hemû aliyên rêveberiyê de lîst, çi leşkerî, rêveberî, siyasî yan civakî be û karîbû bi ruhê jina azad van astengiyan derbas bikin.

Jin bi beşdarbûna xwe di Rêveberiya Xweser de çawa li hemberî zihniyeta baviksalarî têdikoşin? Çawa rola xwe di rastkirina têgînên şaş de dilîzin, ku sîstemên desthilatdar ew têgîn derbasî civakên me kirin û desthilatdarî û rêveberî tevlîhev kirine?

Sîstemên desthilatdar xwedî têgeh û feraseteke diyar bûn. Wan serweriya mêr li ser jinê di civakê de temsîl dikir, li gorî wî mêr çavdêr, rêveber û serok bûn. Lê belê Rêveberiya Xweser bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê li hemû dest, nivîsgeh û meclisan (Meclisa Rêveber, Meclisa Qanûnsaz) karîbû vê zihniyetê derbas bike.

Lê belê hîna ji ber zihniyeta baviksalarî ku sîstemên deshilatdar ferz dikin, hîna em azaran dikişînin. Lê jin wê yekê bi ruhê berpirsyariyê, têgihîştin, perwredeyê û perwerdekirina mêran xwe ji wê zihniyetê xilas dikin. Ji ber ku sîstemên desthilatdar ev fikir di mêjî û kûrahiya civakê de çandine, zehmete ku em vê zihniyetê tenê di çend salan de derbas bikin. Têkoşîna me dirêje û zehmet e. Divê jinên di Rêveberiya Xweser de û di hemû qadên şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xebatên xwe zêdetir bikin da ku ji vê zihniyetê xilas bibin.

Jin çawa dikarin şerên desthilatê rawestînin û nehêlin ku rêveberî veguhere desthilatdariyê?

Di civînên rêxistinî, dewreyên perewerdeyê, diyalog û semîneran de perspektîfên ji bo xilasbûna ji şerên desthilatê ku sîstemên desthilatdar ferz dikin, berdewam in. Da ku jin rola xwe wekî rêveber ne wekî desthildar bilîzin, berevajî ku sîstemên desthilatdar hewl didin di zihniyeta civakê de bidin rûniştandin.

Gelo jinên di rêveberiyê de, jinên herêmên din jî teşwîq kir ku mafên xwe di rêveberiyê de bixwazin?

Di Rêveberiya Xweser de rola jinan di teşwîqkirina jinên li hemû bajaran û cîhanê de, diyarker û şînber, da ku jin rola xwe di civakê de bilîzin û modela Rêveberiay Xweser wekî modeleke sereke di rêveberiyê de li Sûriyê bi giştî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û heta li Rojhilata Navîn, ji xwe bigirin.

Rêveberiya Xweser wekî aliyekî berpirsyar, çawa piştgiriyê dide rêxitinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê? Gelo piştgirîdayîneke taybet ji bo bidawîkirina tundiyê heye?

Di Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, deste û komîteyên jinan hene. Her wiha rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl li herêmê hene, ku bi awayekî domdar bi wan dest û komîteyan re koodîne dike. Hemleyên zanakirinê yên hevbeş jî hene. Piştgiriya madî û manewî ji hemû rêxistinên jinan re tê dayîn.

Nêrîna şandeyên dîplomatîk ên serdana herêmê dikin li ser rêveberiyê bi giştî û li ser beşdarbûna jinan tê de bi taybetî , çi ne? Bi rêya dan û standina we bi wan re, ew şande maneyeke çawa didin Rêveberiya Xweser?

Dema ku şandeyên ji derve tên herêmên Rêveberiya Xweser, ji sîstema rêveberiyê û bi taybetî ji mohra diyar a jinan di nava hemû desteyên vê rêveberiyê de û berşdarbûna jinan di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de, her wiha ji qanûna jinan şoq dimînin û gelekî diecibînin.

Ew şande xwedî nêrînên taybet in li ser rola jinan û beşdarbûna wan di Rêveberiya Xweser de û li ser nimûneya Rêveberiya Xweser bi giştî, ev nimûneya ku jin pêşengtiyê jê re dikin.

Destkeftiyên jinan ên sereke di 2020`î de çi bûn?

Ji dema avakirina Rêveberiya Xweser ve, jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin. Ji qanûna jinan, erêkirina qanûnê û pêkanîna wê li herêmên de bigire, heta sîstema hevserokatiyê û beşdarbûna di hemû nivîsgeh û desteyên Rêveberiya Xweser de û rola wê ya pêşeng di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî û projeyên jinan hene. Di sala 2020`î de bi taybetî li pêşiya jinan gelek astengî hebûn, ji wan astengiyên aborî, siyasî û civakî bûn, hin astengiyên tenduristî jî hebûn wekî vîrusa Koronayê. Astengiya herî dijwar jî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku bandor li xebatên Rêveberiya Xweser bi giştî û li xebatên jinan bi taybetî kir.

Back to top button