Gotar û hevpeyvînSiyaset

Îlham Ehmed: Divê gel li hember gefan yekitiya xwe ava bikin

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed li bajarê Helebê di panelekê der barê dagirkirina Efrînê, hewldanên dewleta Tirk di dîrokê de da ku rûbera dagirkirina xwe li herêm berfireh bike, axivî.

Îlham Ehmed di destpêkê de behsa girîngiya bajarê Efrînê ku weke mûzayîkekê ye û hemû pêkhateyên herêmê têde dijîn tê naskirin, kir.

‘DAGIRKIRIN Û QIRKIRINA ÇANDÊ’

Girêdayî herêmên dagirkirî Îlham Ehmed got: “Dema em behsa mijara Efrînê dikin, em behsa hemû herêmên Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dikin, weke Cerablus, Bab û Ezazê. Lê di Efrînê de gelek tişt lê qewimîn ji koçberkirina bi darê zorê û hilweşandina cihên dîrokî.”

Îlham Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk bi rêya siyaseta tirkkirinê dixwaze çanda resen a niştecihên herêmê tine bike û pêkhateyên têde li gorî xwe bikar bîne.”

Îlham Ehmed behsa panelên ku ji aliyê MSD`ê ve têne lidarxistin kir û diyar kir ku ew balê dikşînin ser sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk tîne û wiha domand: ” Siyaseta ku dewleta Tirk ji dîrokê û heta îro dimeşîne diyar dike ku hîn ew dixwaze siyaseta dapîrên xwe yên osmanî pêk bîne.”

Girêdayî van siyasetan Îlham Ehmed wiha axivî: “Em nikarin behsa siyaseta dewleta Tirk cûda ji siyasetên navnetewyî bikin. Ji ber ew jihev ne cûda ne. Dema em behsa wê dikin diyar dibe ku siyaseta dewleta Tirk a berfirehkirinê dighêje hemû Rojhilata Navîn û divê em bighêjin fikrên ku em karibin li hember projeya dagirkirina dewleta Tirk ji Sûriyê re, bisekinin.”

Îlham Ehmed tekez kir ku dewleta Tirk bi navê Îslamê derbasî Rojhilata Navîn bû, di nava 400 salî de siyaseta binpêkirina çandên resen û qirkirina wê li herêmê di bin navê Îslamê de pêk anî.

Îlham Ehmed girêdayî kirinên ku ji aliyê împratoriya osamanî û dewleta Tirk a heyî ve hatine kirin wiha axivî: “Em dibînin ku dewleta Tirk hewl dide xwe bighîne sînorê ku împratoriya osmanî lê bû. Niha jî ola Îslamê weke alekê bikar tîne û hewl dide îslama sunî li cîhanê birêve bibe.”

 ‘DAKIRININ Û MAYÎNDEKIRINA TIRKKIRINÊ

Îlham Ehmed di axaftina xwe de behsa hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve kir û diyar kir ku sîstema rêveberiya li wan herêman armanc dikir ku wekheviyê di navbera her du zayendan de pêk bîne û xwe bispêre rêveberî û derfetên xweser anku dûrî sîstema navendî.

‘HEVKARIYA EWLEHIYÊ DI NAVBERA HERDU HIKUMETÊN ŞAMÊ Û ENQEREYÊ DE’

Îlham Ehmed diyar kir ku rastiya dewleta Tirk ne dijberiya rejîma Sûriyê ye û ne li dijî dîktatoriyê ye weke ku ew îdîa dike, lê berovajî vê yekê ew dixwaze desthilatdariya xwe li axa Sûriyeyê ferz bike û bandorê li rêveberiya Şamê bike.

Îlham Ehmed di dewama axafitina xwe de derbarê hevkariya ewlehiya di navbera herdu hikumetên Şamê û Enqereyê de got: “Em diyaloga di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de ya têkildarî hevkariya ewlehiyê matmayî namînin. Ji ber ku piştî wan diyalogan hikumeta Şamê dorpêçek li ser gelê xwe ferz kir.”

Îlham Ehmed behsa buhaneyên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên dijî Sûriyê kir ku şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û pirsî; gelo ma PKK li Yewnanistan, Ermenistan û Lîbyayê jî de heye heta ku dewleta Tirk mafê xwe destwerdanên di rewşa wan de dibîne?.

Îlham Ehmed piştrast kir ku doza Lîbyayê cudayî doza Sûriyê ye ji ber ku di navbera wan de erdîngariya ferh heye, lê belê fobya dewleta Tirk ji doza kurdan hişt ku sînorên dewletan derbas bike.

‘NAKOKIYÊN DI NAVBERA KURDAN DE ÇÊDIKIN’

Seroka Desteya Rêveber a  Meclisa Sûriyê Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe bal kişand ser serdana Wezîrê Karê Derve Hulusî Akar ji Bexdayê û Başûrê Kurdistanê kir û got:” Ev serdan dikeve çarçoveya siyaseta dewleta Tirk a berferhkirinê li herêmê, dewleta Tirk hewl dide ku kontrola xwe li Başûrê Kurdistanê zêde bike, nakokî û fitneyan navbera kurdan de çêbike.

Îlham Ehmed teqez kir ku pêwîste navbera pêkhateyên herêmê de hevgirtinek hebe da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Back to top button