Civak û çand

Debara bi nanê sêlê

Heseke – Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava yên dibin banê Kongra Star de xwe rêxistin dikin di qada aborî û debarê de jî kêm namînin. Ev yek cesaretê dide hemû jinan û her jin dixwaze bi xwe debara mala xwe bike. Ji bo ku bikarin xwe di qada herî zor ku weke cihê mêran tê dîtin bazarê de jî bicîh bikin li himber hişmendiya zayendperestî têdikoşin. Meryem Eboş a li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava dijî jî jirbûna xwe nîşan da û li hemberî tindiya malbata xwe ya ku ew di malê de dihêlan serî rakir. Meryem ji zaroktiya xwe ve fêrî çêkirina nanê sêlê bûye û dixwaze ne tenê zarokên wê welatiyên dinê jî nanê ger ji ber sêla wê bigirin. Ji derveyî nanê sêlê gelek kêrhatiyên Meryemê hene, lê malbatê destur nedida bixebite. Meryem li hember birayê xwe û dema zewicî jî li hember hevjînê xwe derket û keda destê xwe nîşan da.

Back to top button