Arşîv

Geveke din ber bi aboriya xweser ve

EFRÎN– Xwaringeha Noşî Can ji aliyê navenda geşkirina aborî ve hate vekirin.

Bi armanca geşkirin û pêşxistina aboriya xweser, Navenda Pêşxistina Aborî ya girêdayî Kongereya Satar xebatên amadekirina vekirina xwaringeha Noşîcan be bi dawî kir, xwaringeh îro bi merasîmekê li kombazara Şengal a Efrînê hate vekirin.

Di merasîmê de, Endama Kordînarsyona Kongereya Star Zelal Ceger, Hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve Silêman Cafer û Cîhan Mihemed, endamên Desteya Jin, nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser û bi dehan ji şêniyên kantonê amade bûn.EFRIN-VEKIRNA-XWERNGHE-JINAN4

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Rêveberiya Kongereya Navenda Geşkirina Aborî Şerîfe Mihemed û Rêveberiya Kongereya Star a Kantona Efrînê Darîn Elî bi zimanê kurdî û erebî axivîn.

Di axaftinan de girînya vekirina xwaringehê hate diyarkirin ku dê derfetên kar ji bo jinan peyda bike û xwarinên gelerî yên çanda Efrînê amade bike.

Xwaringeh bi destê dayikên têkoşerên YPJ‘ê di nava tilîliyên dayikan hate vekirin.

Di dawiya merasîmê de xwarineke amade kirin û pêşkêşî bejdaran kir.

Li gorî axaftinên rêveberên xwaringehê; eger ev proje biserkeve dê hejmara endamên bê zêdekirin.

Xwaringehê dê ji seat 08.00‘an hetanî 15.00‘an de vekirî be. Di xwaringehê de 5 jin kar dikin.

(bb/dc)

ANHA

EFRIN-VEKIRNA-XWERNGHE-JINAN1 EFRIN-VEKIRNA-XWERNGHE-JINAN2 EFRIN-VEKIRNA-XWERNGHE-JINAN3 SERIFA MIHMED DARIN ELI

Back to top button